MSD çû serdana pêşengê Durziyan 2025-01-28 15:58:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya MSD’ê li Suveydayê bi yek ji pêşengên gelê Durzî Şêx Hikmet El Hicrî re hevdîtin kir. Şandeyeke Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ya bi serokatiya Hevseroka Meclisê Leyla Qereman, serdana serokê taîfeya Durziyan a li Siwêdayê Şêx Hikmet El Hicrî kir.   Şandeya MSD’ê ji Cîgirê Hevserokatiya Meclisê Elî Rehmûn, endama Buroya Jinan Janda Remo, Sekreterê Giştî yê Partiya Lihevkirina Demokratîk a Kurd Fewzî Şengalî û endamên Desteya Siyasî ya Karên Nîştimanî û Demokratîk pêk dihat.   Di hevdîtinê de rewşa Sûriyeyê ya piştî rûxandina rêjîma Baasê hate gotûbêjkirin. Beşdaran behsa rewşa aloz a welêt û zehmetiyên ku gelê Sûriyeyê dikişîne kir.   Beşdaran tekezî li ser girîngiya parastina aştiya sivîl û pêşîgirtina ku tundiyê û şer kir. Her wiha tekezî li ser girîngiya yekitiya xaka Sûriyeyê kir.   EZMÛNA RÊVEBERIYA XWESER   Beşdaran ezmûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wek modeleke nenavendîbûnê nirxand û diyar kir ku ev nimûne dikare bibe bingeha avakirina Sûriyeya siberojê ku nûneratiyeke dadmend û berfireh ji bo hemû herêm û pêkhateyan pêk bîne. Her wiha tekezî li ser xurtkirina peywendiyên di navbera pêkhateyên Sûriyeyê û xebatên ji bo lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya berfireh de hate kirin.   Di dawiya hevdîtinê beşdaran girîngiya yekitiya nîştimanî û peydakirina çareseriyên siyasî yên ku daxwazên gelê Sûriyeyê pêk bînin, anîn ziman.