Danişîna doza rojnameger Şehrîban Aslan hate taloqkirin 2025-01-29 12:40:06   AMED - Danişîna ewil a doza rojnameger Şehrîban Aslan ku bi îdiaya “binpêkirina mafê jiyana taybet” tê darizandin, hate taloqkirin.    Yekemîn danişîna doza nûçegihana JINNEWS’ê Şehrîban Aslan ku bi îdiaya “binpêkirina mafê jiyana taybet” tê darizandin, li 16’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hat lidarxistin. Şehrîban Aslan, bi awayekî bêusul bikaranîna wesayîtan a ji hêla Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê ve kiribû nûçe û doz lê hatibû vekirin. Şehrîban Aslan û parêzerê wê Resûl Tamur tev li danişînê bûn. Hempîşeyên Şehrîban Aslan jî tev li danişînê bûn.    Danişîna dozê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Şehrîban Aslan diyar kir ku ew agahdar bûne ku li Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê mal û milkên cemaweriyê li derveyî qada cemaweriyê tên bikaranîn û bi dîmenan jî ev yek piştrast bûye. Şehrîban Aslan, destnîşan kir ku wê dîtiye ku ev kiriyar ne ji bo berjewendiyên gel lê ji bo zirara ne û bi vê sedemê nûçeya wê çêkiriye. Şehrîban Aslan, daxwaza beraeta xwe kir.   Parêzer Resûl Tamur jî diyar kir ku muwekîla wî mudaxeleyî jiyana kesane nekiriye û got ku wesayît bi awayekî derqanûnî hatiye bikaranîn. Tamur, anî ziman ku muwekîlê wî bi armanca ronîkirina civakê nûçe çêkiriye û wiha got: “Li gorî biryarên Dadgeha Bilind, muwekîla min ji bo bidestxistina mafê raya giştî ya xwegihandina rastiyê tevgeriyaye. Li gorî xala 26'an a Qanûna Çapemeniyê, ji roja hînbûna nûçeyê divê di nava 4 mehan de doz bê vekirin. Lê wiha nehatiye kirin. Ez daxwaza beraeta miwekîla xwe dikim.”    Dadgehê bi daxwaza ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin, danişîna dozê taloqî 17'ê Sibatê kir.