Amadekariyên mitînga Stenbolê: Divê Abdullah Ocalan karibe rola xwe bilîze 2025-01-30 09:01:32 STENBOL - Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz ji bo "Ji Bo Azadiyê Mitînga Aştiyê" ya ku wê roja yekşemê li Stenbolê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir û diyar kir ku divê dewlet gavan biavêje da ku hevdîtinên li Îmraliyê ji daxuyanî û gengeşeyan wêdetir biçe.  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser peyamên di hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatin kirin, biryara "Hevdîtinên Aştiya Civakî û Azadiyê" da. Di çarçoveya hevdîtinan de wê di navbera 1-16'ê Sibatê de li zêdetirî 40 navendan civîn, çalakî û mitîngên gel bên lidarxistin. Di 2’yê Sibatê de li Stenbolê, di 8’ê Sibatê de li Amedê û di 9’ê Sibatê de jî wê li Mêrsînê mitîng bên lidarxistin.     Mitînga ewil wê saet di 13.00'ê de li Qada Esenyûrt a Stenbolê bi dirûşmeya "Ji bo Azadiyê Mitînga Aştiyê" bê lidarxistin. Hevserokê Bajarê Stenbolê yê DEM Partiyê Mûrat Kalmaz li ser girîngî û armanca mitînga ku amadekariyên wê didomin axivî.   LI 39 NAVÇEYAN XEBAT   Kalmaz diyar kir ku xebatên mitîngê li 39 navçeyên Stenbolê bênavber didomin û got ku di vê çarçoveyê de belavok belav kirine û serdana mal û taxan kirine û banga tevlîbûna mitîngê kirine. Kalmaz diyar kir ku di roja mitîngê de wê ji hemû navçeyan wesayît bi rê bikevin û got: "Em hemû gelên Tirkiyeyê, tevgerên sosyalîst, kedkar, jin û ciwanan vedixwînin mitînga aştiyê ya ku em ê li dar bixin."   ‘DIVÊ CIVAK DAXILÎ PÊVAKOYÊ BÊ KIRIN'   Kalmaz da zanîn ku armanca wan ew e ku di vê pêvajoyê de li qadan zêdetir xwe bi rêxistin bikin û got: “Armanca me ew e ku bi tevlîkirina civakê di vê pêvajoyê de perspektîfa birêz Ocalan zindî bikin. Ji bo birêz Ocalan rola xwe bilîze divê her kes tevlî pêvajoyê bibe. Ji bo ku gengeşe ji gotegotan û niyetê wêdetir biçe, rol û berpirsiyariyên mezin dikevin ser milê her kesî. Ji ber ku pirsgirêkên ji ber çaresernekirina pirsgirêka kurd derdikevin, tenê gelê kurd eleqedar nakin. Îro ligel birçîbûn û xizaniyê, krîza aborî ya li Tirkiyeyê bandorê li hemû gelan, bi taybetî jî li karker û kedkaran dike. Ji bo vê jî pêwîst e her kes erka xwe bi cih bîne."   ‘DIVÊ DEWLET GAVÊN PRATÎK BIAVÊJE'   Kalmaz bi bîr xist ku wan ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan rêzeçalakî û çalakiyên wekî Gemlîkê û Meşa Azadiyê li dar xistine û got ku tecrîda li Îmraliyê bûye sedem ku pirsgirêka kurd hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navînê kûr bibe. Kalmaz diyar kir ku wekî partî li dijî polîtîkayên tecrîd û êrişan xeta berxwedanê dane destpêkirin.    Kalmaz bal kişand ku bi rûxandina rejîma Baasê re atmosfereke nû çêbûye û got: "Bi geşedanên li Sûriyeyê re, divê were dîtin ku êdî kurd ne bê çare ne, pirsgirêka kurd tenê bi AKP'ê çareser nabe û pêvajoyek piralî derketiye holê ku di nav de DYE û dewletên herêmê hene. Berxwedana gelê kurd û xitimandina navxweyî ya dewletê û têkçûna êrişên dagirkeriyê yên ji bo tasfiyekirina Rojavayê û pêkanîna armancên xwe, bû sedem ku Tirkiye li çareseriyê bigere. Ji ber ku derket holê ku yekane aktor û muxatab birêz Ocalan e; li ser xala çareseriyê muzakere tên kirin. Divê ev muzakere tenê bi desthilatê û dewletê sînordar nemîne. Divê hemû muxalefet û raya giştî daxilî nava gengeşeyan bibin. Di vê der barê de DEM Partî bi hemû aliyên muxalefetê re hevdîtin pêk anî. Di warê dagirtina nava 7 xalên birêz Ocalan ên hatin weşandin de, em di pêvajoyeke wiha de ne ku rol û mîsyona xwe bilîzin. Ji bo rewş pratîk bibe pêwîst e civak jî tevlî vê pêvajoyê bibe û dewlet jî gavên pratîk biavêje."   ‘BILA ÊRIŞÊN LI SER ROJAVAYÊ BÊN RAWESTANDIN'   Kalmaz bal kişand ku ji bo ku Abdullah Ocalan rola xwe bilîze divê dawî li polîtîkayên tecrîdê bê û Destûra Bingehîn bê guherandin û wiha domand: “Heta ku tecrîda li ser birêz Ocalan berdewam bike û tenê destûrdayîna çûna Îmraliyê ya şandeyê, wê pirsgirêkê çareser neke. Birêz Ocalan di hevdîtina yekemîn de diyar kir ku tecrîd didome. Di warê çareseriya pirsgirêka kurd de pêwîst e Tirkiye statuya Rojavayê nas bike û êrişan rawestîne. Tirkiyeya ku statuya Rojavayê qebûl bike, di heman demê de wê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî gaveke pratîk bavêje. Rastiya dewleteke ku van tiştan qebûl bike dê demokratîkbûnê pêk bîne. Dema ku em li sedemên bingehîn ên van hemû polîtîkayan dinêrin, polîtîkaya tecrîdê ye ku li ser birêz Ocalan tê pêkanîn. Divê ev ji holê bê rakirin."   MA / Esra Solîn Dal