Unsal: Bêyî gavek bê avaêtin banga 'çekdanînê' ne rast e 2025-01-30 09:01:53 STENBOL- Parazvanê mafên mirovan Ahmet Faruk Unsal diyar kir ku divê Abdullah Ocalan bi rêxistina xwe û nûnerên partiyên siyasî re di nava têkiliyê de be û got ku bêyî ku gav bên avêtin banga "çekdanînê" ya desthilatê ne armanceke rasteqîner e.  Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan di 22’yê Çileyê de li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: "Xebatên birêz Ocalan ên li ser pêvajoyê didomin. Piştî ku amadekariyên der barê vê mijarê de bi dawî bûn dê daxuyaniyên pêwîst ji raya giştî re bên dayîn."   Siyasetmedar-parêzvanê mafên mirovan Ahmet Faruk Unsal ku di navbera salên 2013-2015'an de di pêvajoya bi navê "çareseriyê" de di Komîteya Aqilmendan de cih girt, çareseriya pirsgirêka kurd û peyamên Îmraliyê nirxandin.   Unsal bal kişand ku geşedanên dawî ji pêvajoyên berê cudatir in û got ku di serdema nû de hin guhertinên radîkal hene. Unsal bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê jî û wiha got: "Berê jî pirsgirêka Sûriyeyê eşkere bû, lê niha li Sûriyeyê guherîneke radîkal çêbûye. Îran, Rûsya û Beşar Esed bi awayekî mayinde ji Sûriyeyê derketin û hêzeke din a navîn derket holê. Ji aliyekî ve derfetek bû ku pratîka siyasî ya ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) tê jiyandin li tevahiya Sûriyê belav bibe."   Unsal bal kişand ku wekhevî û jiyana azad a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin ji bo siberoja Sûriyeyê îlhamê dide û got: "Niha muzakereyên Muhammed Colanî û Mazlûm Ebdî bi dawî nebûne. Lê xuya ye ev pratîka serket, wê bi awayekî bê qebûlkirin. Tişta ku herî zêde Tirkiye jê aciz dibe, berbelavbûna vê pratîkê ye. Pêvajoya ku bi Bahçelî dest pê kir, wekî gaveke ku geşedanên li Sûriyeyê neyên berbelavkirin tê dîtin."    'DIVÊ ÇARESERÎ HEMÛ KURDAN BIHEWÎNE'   Unsal diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriya kurdên li Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê dixebite û got: "Ev xebat hê bi civakê re nehatiye parvekirin. Ger ku serdanên giravê neyên qedandin û xebatên Ocalan bi wan re bê parvekirin, ez bawer dikim ku wê ev jî wekî vebijêrkeke girîng li ser maseyê be. Heta niha tu gavên zelal nehatine avêtin. Lê belê divê ev mesele tenê di ser Sûriyeyê re neyê gengeşekirin. Ji lew re meseleya kurd bi zimanê dayikê ve girêdayî ye."    Unsal destnîşan kir ku divê çareseriyeke ku hemû kurdan dihewîne li meydnaê bê danîn.    Unsal da zanîn ku di pêvajoya 2013-2015'an de hêviyeke wekî "Wer xuya ye vê carê mesele tê çareserkirin" çêbûye û got ku lê belê di gengeşeyên pêvajoya nû de ev hêvî kêmtir bûye. Unsal bilêv kir ku siyaseta tundiyê wê tu tiştî bi ser nexe.    Unsal anî ziman ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan didome û ev yek pêvajoyê xera dike û got ku ger tecrîd tune be wê pêvajo hêsantir bimeşe.    ‘BÊYÎ AVÊTINA GAVAN BANGA DANÎNA ÇEKAN NE RAST E'   Unsal bal kişand ser gotinên Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk ku gotibû “Çûnhatina ziyaretê ya li Îmraliyê qediya. Ji niha û pê ve ya ku tê payîn banga tasfiyekirina rêxistinê ye" û got: "Lê belê di pêvajoya pevçûnê de mijara danîna çekan gava dawî ye. Dibe ku agirbest hebe, divê agirbest hebe. Lê heke hûn rasterast bêyî ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê gavan bavêjin armanceke wekî 'bila çek bên binaxkirin' deynin holê, wê ev ne aarmanceke rasteqîner be. Ji ber ku heta niha tenê 3 caran serdana giravê hatiye kirin û ev nayê wateya ku Abdullah Ocalan û rêxistina xwe an jî heyeta xwe ya siyasî baş gengeşe kiribin. Lewma teqez divê tecrîd bê rakirin. Divê Ocalan bi gel re, bi rêxistina xwe re û bi partiyên siyasî re pêwendiyê deyne ku pirsgirêka mezin çareser bibe. Lewma domandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin."    'DIVÊ AZADIYA ABDULLAH OCALAN JÎ HEBE'   Unsal diyar kir ku divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan jî piştî hin qonaxên pêvajoyê bê misogerkirin û wiha domand: "Lê em dibînin ku gavên destpêkê yên ku divê bên avêtin jî nehatine avêtin. Ji aliyekî ve bloka desthilatdariyê dibêje 'Bila Ocalan derkeve û ji mafê xwe yê hêviyê sûd werbigire, ger hewce bike bila li Meclisê biaxive', lê li aliyê din ziman û şêwazeke dijminane ya li dijî ruhê vê pêvajoyê bi kar tîne. Zimanê nefretê didomîne û li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) operasyoneke kîn û nefretê dimeşîne û bi ser çapemeniya nêzî tevgera siyasî ya kurd de diçe. Lewma, ger pêvajoyek çêbibe divê nezaketeke siyasî ya li gor ruhê pêvajoyê hebe; hem ji aliyê PKK'ê hem jji aliyê dewletê ve. Hem hûn ê bixwazin li hev bêb gem jî hûn ê heqaretan li muxatabê maseyê bikin. Ev ne li gor ruhê pêvajoyê ye. Ger gavên girîng bên avêtin, wê ev bê asta azadiya Ocalan. Ji lew re derfeta mafê hêviyê li holê ye."    MA / Omer Îbrahîmoglû