'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê' 2025-01-31 09:40:01 AMED - Cîgira Seroka Baroya Amedê Şîlan Çelîkê got: "Di rastiyê de pirsgirêka kurd pirsgirêkeke bi sedsalan e û mirov nikare wê daxîne asta çekê. Pirsgirêka kurd pirsgirêka demokratîkbûyîn, wekhevî û edaletê ye." Cîgira Serokê Baroya Amedê Şîlan Çelîkê hevdîtinên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îmraliyê ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, gengeşeyên di çarçoveya pirsgirêka kurd de û pêşniyazên çareseriyê nirxand.    Şîlan Çelîkê diyar kir ku gengeşeyên li ser pirsgirêka kurd erênî ne û diyar kir ku divê gengeşe bi partiyên siyasî re sînordar nemînin û hemû beşên civakê tê de cih bigirin. Şîlan Çelîkê anî ziman ku çareseriya pirsgirêkê tenê bi civakîkirina pirsgirêkê pêkan e û destnîşan kir ku divê desthilat zimanê "vederkirî, cihêwaz û tunehesibandinê" biguherîne.    'ŞER Û MERC NE WEKÎ HEV IN'   Şîlan Çelîkê rexne kir ku çareseriya pirsgirêka kurd ne ew tişt e ku mirov wê daxîne "asta çekdanînê" û got: "Bi rastî pirsgirêka kurd pirsgirêkeke bi sedsalan e. Pirsgirêka kurd pirsgirêk e demokratîkbûyîn û edaletê ye. DIvê mirov di vê çarçoveyê de lê mêze bike. Pêvajoyeke muzaketreyê ya gengaz ancax bi vî awayî bê destpêkirin. Her wiha atmosfereke wkehev tune ye. Heya şert û mercên Îmraliyê neguherin, wê ev bi awayekî wekhev çênebe."    Şîlan Çelîkê diyar kir ku divê muzakere li ser encam û berjewendiyan neyê kirin û got ku divê li ser çareseriya pêwîstiya civakê bê sekiandin. Şîlan Çelîkê got: "Hê pêvajoyeke fermî û rastîn dest pê nekiriye. Piştî vê yekê em dikarin behsa hin tiştan bikin. Em niha di esasê xwe de behsa biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û qanûnan dikin. Pêwîstiya me bi îradeyê heye, piştî ku ev îrade pêk hat, em dikarin behsa destûreke bingehîn a nû û guhertina qanûnan bikin."   Şîlan Çelîkê diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û ji bo ku muzakere bi rengekî aram bimeşe divê çi bê kirin û got: "Divê di Destûra Bingehîn de der barê hemwelatîbûna wekhev de sererastkirin bên kirin. Her wiha ceza, cezayên razber ên di qanûna ceza de bên guherandin. Niha der barê gelek kesan de bi endamtiya rêxistinê doz û lêpirsîn tên vekirin. Divê pênaseya van sûcan bê tengkirin. Her wiha divê Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê jî bê guherandin. Divê dest ji polîtîkayên qeyûman bê berdan."   MAFÊ HÊVIYÊ   Şîlan Çelîk biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya der barê binpêkirina mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan de jî bibîr xist. Şilan Çelîlê anî ziman ku DMME'yê diyar kiriye ku divê mafê hêviyê bi şert ve neyê girêdan û got ku divê mavê hêviyê bê şert û merc bê pêkanîn.    MA / Rûkiye Payiz Adiguzel