Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin 2025-01-31 12:20:31   WAN - Rêya di navbera navenda Wanê û navçeya Miksê de ev 9 meh in girtî ye. Xelkê navçeyê jî ev du roj in vê rewşê protesto dike û dixwaze rêya wan were vekirin. Bi vê boneyê xelkê navçeyê duh meş li dar xist û îro jî dikanên xwe venekir.    Rêya di navbera navenda Wanê û navçeya Miksê de ev 9 meh in girtî ye. Xelkê navçeyê jî ev du roj in vê rewşê protesto dike û dixwaze rêya wan were vekirin. Walîtiya Wanê bi hinceta “xetereya aşûtê heye” rêya di navbera navenda Wanê û navçeya Miksê de girtiye. Xelkê navçeyê jî bertek nîşan da. Welatiyan duh bi daxwaza çêkirina tunelê meş li dar xist û îro jî dikanên xwe venekirin.    Piştî girtina rêyan, xelkê navçeyê ji bo derbasî navenda Wanê bibe ji neçarî derbasî navçeya Xîzan a Bedlisê bibe û ji wir ser rêbejê derbasî Wanê bibe. Ji ber ku mînîbusên vê rêyê bi kar tînin belgeya veguhestinê ya navbera bajaran tune ye, ceza lê tê birîn. Welatiyên Miksê ku têkiliya wan bi Wan û bajarên din re qut bûye, tenê dikarin bi wesayîtên xwe yên taybet ji navçeyê derkevin.    Welatî dixwazin ku rêyên navçeyê bên vekirin û tunel were çêkirin.