Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî 2025-01-31 13:41:22   EDENE – HDK’ê ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ kampanya da destpêkirin û endamê HDK’ê Ramazan Şanci xwest ku hemû kes ji bo aştiyê rol bigire û bi hev re aştiyê pêk bînin.    Endamê HDK’ê Ramazan Şanci got ku şerên li Rojhilata Navîn dibe sedema krîzên aborî, mirovahî û ekolojîk. Şanci da zanîn ku nemaze di mijara pirsgirêka kurd de polîtîkayên tundiyê tên meşandin û ev jî neçareseriyê mezintir dike. Şanci diyar kir ku êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê li hemberî kurdan nîn e, her wiha li hemberî modela rêveberiya aştî û demokrasiyê ye.    BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR   Şanci balkişand ser kampanyaya ku HDK’ê daye destpêkirin, banga têkoşîna hevpar kir û wiha got: “Em bang li hemû parazvanên aştiyê dikin û dibêjin werin em hemû bibin parçeyek têkoşînê, em bi hev re wekheviya gelan, xwîşk û biratiyê û aştiyê ava bikin. Tenê pêwîstiya heremê bi aştiyê nîn e, her wiha pêwîstiya hemû mirovahiyê bi aştiyê heye. Divê dengê aştiyê sînoran derbas bike û li hemû cîhanê deng vede.”    Di daxuyaniyê de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî diyar kirin ku piştgiriyê didin kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ û hat gotin ku divê aştiya civakî pêk were û heta pirsgirêka kurd çareser nebe ne mimkun e aştî pêk were.