ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN 2025-02-01 09:01:03   * Hikûmeta Iraqê di nava 4 mehên dawî de 7 partî û saziyên kurdan qedexe kirin û girtin. Endamê PADÊ Qehtan Xelîl diyar kir ku girtina partî û saziyên kurd ne ji Tirkiyeyê serbixwe ye û got: "Girtina partî û saziyên kurd ji bo hikûmeta Iraqê şerm e."    * Geliyê Bertûlê ya li Çiyayê Gabarê bi tunebûnê re rû bi rû ye û kaniya hezar salî ya geliyê xwedî dikir, ji ber lêgerîna li petrolê ziwa bû.    * ÎHD û xizmên windayan, dê li Amed, Colemêrg, Êlih û Îzmîrê çalakiya "bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li dar bixin. (12.00-13.00)   * Dayikên Şemiyê, ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de winda bûne bipirsin, dê vê hefteyê jî wê li Qada Galatasarayên bên cem hev. (12.00)   * Dê li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî bên dayîn. (13.30) * Dê li Sêrt û Mêrsînê qeyûm bên protetsokirin. (12.00-16.00)