Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye 2025-02-01 10:15:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs destnîşan kir ku hêza Abdullah Ocalan a çareseriya pirsgirêka kurd heye û got ku eger desthilat gavên cidî ji bo çareseriyê biavêje, wê di warê çekdanînê de tu pirsgirêk nemîne. Gengeşeyên têkildarî çareserkirina meseleya kurd dest pê kirin, di bin siya tecrîda Îmraliyê, êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tayînkirina qeyûman, operasyonên leşkerî û binçavkirinan de dewam dikin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan di 22’yê Çileyê de li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê cara duyemîn bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Di daxuyaniya piştî hevdîtinê de hat ragihandin ku xebatên Abdullah Ocalan ên li ser pêvajoyê dewam dikin.   Ligel helwdanên çareseriyê yên Abdullah Ocalan, êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bendava Tişrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber didomin. Rêveberiya Xweser ragihand ku ji 8’ê Çileyê heta niha 41 welatiyan di êrişên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dane. Li gel êrişan tayînkirina qeyûman jî bênavber didome. Herî dawî di 29'ê Çileyê de qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê ya di bin rêveberiya DEM Partiyê de hat kirin.    Li hemberî van hemû geşedanan xebatên yekîtiyê yên rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî di 16'ê Çileyê de bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anîbû. Di daxuyaniyên piştre hat dayin de, hat ragihandin ku dê ji bo xebatên yekîtiyê konferansek bê lidarxistin.   Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs geşedanên dawî yên li herêmê û gengeşeyên li ser çareseriya pirsgirêka kurd ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.   'HEVDÎTINA EBDÎ Û BARZANÎ ERÊNÎ YE'   Ahmet Karamûs anî ziman ku hevdîtina Ebdî û Barzanî erênî derbas bûye û got ku divê partî û rêxistinên kurdan bibin yek deng. Karamûs got: "Li Rojhilata Navînê em dibin şahidê geşedanên nû, ji ber vê yekê diyalog girîng e. Divê partiyên siyasî berjewendiyên her çar parçeyên Kurdistanê li ber çavan bigirin. Divê em firsend û derfetên îro me sivik nekin."    Karamûs got: "Derfetên ku ji me re tên pêşkêşkirin, hem di warê muzakere û diyalogê de, hem jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku em di nava xwe de dijîn, xwedî girîngiyeke mezin in. Hêvî û daxwaz ew e ku ji van danûstandinan encameke baş derkeve holê û îro hemû cîhan bi hebûna kurdan bi taybetî li Rojavayê haydar e û bawer dike ku wê hebûna xwe û nasnameya we biparêzin. Divê hêzên siyasî û rêveberiya xweser li herêmê bi stratejiyeke hevpar ji bo ku bi muzakere û diyalogê çareseriyeke siyasî pêk bînin, divê daxwazên xwe ragihînin hêzên karbidest. Hevdîtina birêz Ebdî û Barzanî bû sedema hêvî, moral û motîvasyona gelê kurd. Em bi hêvî ne ku ev hevdîtin berdewam bin."   'ARMANCA TIRKIYEYÊ DAGIRKIRIN E'   Karamûs anî ziman ku hin rayedarên li Tirkiyeyê hewl didin pêvajoyê xera bikin û pêşî li statuya kurdan bigirin. Karamûs got: "Di daxuyaniyên dewleta tirk de em nikarin helwesteke jidil bibînin. Piştî hilweşîna rejîma BAAS'ê ya li Sûriyeyê, êrişên dewleta tirk ên li ser Rojavayê dewam kirin. Der barê çareseriya pirsgirêkên li Sûriyeyê bi rêya diyalog û muzakereyê de tu daxuyanî nedan. Ev êrişan zêde dike û berfireh dike."   Karamûs diyar kir ku Tirkiye ji Kobanê heta Reqayê û her wiha Tişrînê, dixwaze hemû herêman dagir bike û wiha got: "Dixwaze hemû Rojavayê dagir bike û serdest bike. Dixwaze demildest kurdan tasfiye bike. Ji aliyê siyasî, leşkerî û dîplomatîk ve. Ev li ser redkirin û înkarê ye."    Karamûs bal kişand ku Tirkiye dixwaze diyaloga di navbera HTŞ û Rêveberiya Xweser de asteng bike û got: "Rêveberiya Rojavayê helwesta xwe ya 'Em bi hikûmeta Şamê re ji muzakereyan re amade ne. Em dikarin pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin' da der. Lê Tirkiye, bi hemû hêza xwe hewl dide ku HTŞ’ê ji danûstandinên bi kurdan re dûr bixe. Çawa ku hebûna kurdan înkar dike, Tirkiye dixwaze ku HTŞ’ê bi heman helwestê bi hêzên di bin kontrola xwe de li Sûriyê ava bike û bi pêkanîna nîjadperestî, redkirin û înkarê re bikeve nava tevgerê, li dijî kurdan. Dixwaze polîtîkayên xwe yên li wir bi pergal bike. Ev yek ne di berjewendiya gelê kurd û ne jî gelên li wir dijîn de ye."   Karamûs diyar kir ku Tirkiye ya ku êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne, ji bo pirsgirêka kurd ya di hundir de nexşerêyeke wê tüne ye. Karamûs bal kişand ser hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Ocalan re û got: "Birêz Ocalan bi awayekî zelal diyar kir ku çawa dikarin pirsgirêkan çareser bikin. Lê desthilat di vê mijarê de xwedî projeyek berbiçav nîne. Wekî ku ji daxuyaniyên wan jî tê fêmkirin, armanca wan ew e ku gelê kurd tasfiye bikin, hebûna civaka kurd ji holê rakin. Ji bo tasfiyekirina saziyên siyasî û hêza leşkerî bi israr in. Bê şik gelê kurd alîgirê muzakere û diyalogê ye. Dema em li hevdîtinên wan dinêrin, diyar dibe ku ew ê vê pirsgirêkê bi rêyên aştiyane çareser nekin. Guherîna hevsengiyên çerxa li Rojhilata Navînê dibe ku dewlet û rayedarên tirk bitirsîne. Li gorî min dewleta tirk di paradoksekê de ye, dema dor tê çareserkirina pirsgirêkê."   'OCALAN XWEDÎ HÊZA ÇARESERIYÊ YE'   Karamûs diyar kir ku divê AKP ji bo çareseriyê gavên jidil û şênber biavêje û got: "Tevî ku detayên hevdîtinan bi tevahî neyên zanîn jî, em baş dizanin ku armanca birêz Ocalan ew e ku gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi mafên xwe bijî. Hemû kurd li pişt birêz Abdullah Ocalan in. Ger desthilat di warê çareserkirina pirsgirêkê de gavên cidî bên avêtin, bawer nakim ku wê di warê çekdanînê de pirsgirêkek çêbibe. Heman rewş ji bo Rojavayê jî dikare were gengeşekirin. Helwesta Mazlûm Ebdî ya di vî warî de eşkere ye. Dibêje ger li Rojavayê meseleya kurd bê çareserkirin û bi awayekî hiqûqî bê misgogerkirin û peymaneke bigarantor bê çêkirin ew amade ne bibin parçeyeke ji Artêşa Sûriyeyê. Ji bo çareseriyê divê em bi hemû reng û dengê xwe piştgiriyê bidin hewldanên birêz Abdullah Ocalan û xwedî lê derkevin."    MA / Zeynep Durgut