Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî 2025-02-02 11:05:18   HATAY - Di erdhejan de yek ji bajarê herî zêde hilweşiyayî jî Hatay bû. Bi ser erdhejê re 2 sal derbas bûn lê ji bilî demê tu tiştek neguherî. Cihê mayinê, perwerde û tendurist jî di nav de pirsgirêkên di gelek qadan de hêj didomin.    Di 6’ê Sibata 2023’yan de li Mereşê bi pileyên 7.7 û 7.6 du erdhejên mezin çêbûn û bi ser erdhejan re 2 sal derbas bûn. Navendên erdhejan navçeya Bazarcix a Mereşê û Elbistanê bûn. Lê belê bi giştî 11 bajar jê bandor bûn û xisareke mezin çêbû. Yek ji van bajaran jî Hatay bû.    Li gorî daneyên fermî, li bajar 24 hezar û 147 kesan jiyana xwe ji dest dan. 80 hezar û 323 avahî jî hilweşiyan an jî xisareke mezin gihiştê. Nexweşe, dibistan, avahiyên cemaweriyê, Mizgefta Habîbî Neccar, Mizgefta Ulu, Avahiya Meclisê, Dêra Rum Ortodoksê ya Antakyayê û gelek avahiyên din jî di nav de 21 avahiyên ku sembola bajar bûn bi temamî hilweşiyan. Hema hema zirar gihişt tevahiya binesaziya bajar. Di qada balafirgehê de jî hinek cih tebiqîn.    Piştî erdhejê, 563 hezar û 751 kesan ji bajar koç kirin. Piraniya kesên koç kirin di nava 2 salan de dîsa vegeriyan lê hêj zêdetirî 100 hezar kes venegeriyane.    GIRTÎGEHÊN NÎVVEKIRÎ!   Li bajar pirsgirêka sereke pirsgirêka cihê hewînê ye. Serokatiya Rêveberiya Karesata û Rewşên Awarte (AFAD) ya Wezareta Karên Hundir par dane parve kir û got ku 199 konbajar hatine avakirin û bi giştî 215 hezar û 310 kes lê dijîn. Lê heta walîtî destûrê nede tu kes nikare bikeve van cihan. Derdora wan bi têlên bilind hatiye girtin û xebatkarên ewlehiyê li wir dimînin. Bi vî halê xwe dişibin girtîgehên nîvvekirî. Ji ber barînên di nava 2 salan de, ziyaneke mezin gihiştiye van jîngehan. Her wiha gelek caran şewat derket û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.    Yek ji pirsgirêka herî mezin a welatiyên li van konbajaran dijîn jî ava paqij e. Her wiha ji ber barînan gelek caran konên welatiyan di bin avê de dimînin.    ZEYTÛNGEH VEGUHERANDIN QADÊN ÎNŞAETÊ    TOKÎ ya ku girêdayî Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ye, piştî erdhejê li hinek herêman dest bi çêkirina xanî û kargehan kir. Heta dawiya sala 2024’an bi giştî 32 hezar û 160 xanî û kargeh hatin teslîmkirin. Tê payîn ku di dawiya vê salê de ev hejmar derkeve 158 hezar û 169'an. Hinek qadên xanî û kargeh lê hatine çêkirin, zeytûngeh û cihên çandiniyê ne. Her wiha li Hatayê sepana qada rezervê kete meriyetê. Ji ber vê sepanê, gelek zeytûngeh û qadên çandiniyê hatin îstîmlaqkirin.    QIRÊJIYA HEWAYÎ   Hilweşandina piştî erdhejê hêj didome. Ev jî rê li ber pirsgirêkeke mezin a qirêjiya hewayî vedike. Ji ber ku toza ji kavil û molozan derdikeve, xetereya penceşêrê çêdibe. Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Platforma Mafê Hewayê Paqij par li dijî hewayê qirêjî hişyarî kir û got ku rê li ber pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê vedikin. Lê hêj jî tu tevdîr nehatine girtin.    Li gel pirsgirêkên cihê hewînê û hewayê qirêjî, pirsgirêka tenduristû û perwerdeyê jî ev 2 sal in didomin.    PIRSGIRÊKÊN DI QADA PERWERDEYÊ DE    Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Hatayê Ozgur Tiraş, da zanîn ku beriya erdhejê hejmara polên dibistanê ya li bajar 14 hezar û 724 bû û piştî erdhejê ev hejmar daketiye 8 hezar û 45’an. Tiraş, wiha domand: “Di erdhejan de 390 dibistan hilweşiyan an jî xisar gihiştê. Di vê pêvajoyê de 100 dibistanên nû hatin avakirin. Xebatên avakirin û bihêzkirinê kêm in.” Tiraş da zanîn ku hêj 6 dibistan ji hêla saziyên fermî ve tên bikaranîn.    NIKARIN MAFÊ XWE YÊ TENDURISTIYÊ BI KAR BÎNIN    Seroka Odeya Bijîşkan a Hatayê Sevdar Yilmaz jî da zanîn ku di dema erdhejê de xesareke mezin gihiştiye tesîsên tenduristiyê û got: “56 tesîsên tenduristiyê hilweşiyan û niha tenê çendek ji wan dîsa ketine xizmetê. Alavên tibbî kêm in û ev jî dike ku hejmareke kêm a nexweşan bên tedawîkirin. Bi taybet jî di beşên venêrîna awarte ya zarokan, onkolojî û xizmetên radyasyonê pir kêm tên dayin.”    JI BO BÎRANÎNÊ BANG KIR   Endama Koordînasyona 6’ê Sibatê Selver Buyukkeleş jî got ku gelek pirsgirêk hene ku divê bên çareserkirin û wiha got: “Ji perwerdeyê heta tenduristî û veguhestinê gelek pirsgirêk hene. Xelkê Hatayê bi van pirsgirêkan re rû bi rû tê hiştin. Di 6’ê Sibatê de ez bi derfetên xwe ji bin kavilan derketim û me koordînasyonên piştevaniyê ava kirin. 6’ê Sibatê nêz dibe û me şîna xwe, hêrsa xwe ji bîr nekiriye. Banga min ji bo her kesî ew e ku tev li bîranînê bibin.”    Damezirînerê komeleya Mexdûrên Erdhejê ya Hatayê û endamê Platforma Erdhejê ya 6’ê Sibatê Ekrem Devecî jî wiha got: “Em qebûl nakin ku ji ber erdhejê tu kesekî îstîfa nekir û berpirsyar nehatin darizandin. Em vê jiyana ji derfetên mirovahiyê bêpar qebûl nakin. Di dema jinûveavakirina Hatayê de em ji bo jiyana xwe têdikoşin. Weke Platforma 6’ê Sibatê em ê di 5’ê Sibatê saet di 17.30'ê de meşeke girseyî li dar bixin û di heman dîrokê saet di 19.30'ê de forumê li dar bixin. Di 6’ê Sibatê saet di 4.17'ê de jî em ê çalakiya bîranînê li dar bixin. Em banga tevlibûnê li tevahiya xelkê Hatayê dikin.”    MA / Hamdullah Yagiz Kesen