Ji bo Werîşê Mûradî û Pexşan Ezîzî ji NY’ê re name hate şandin 2025-02-02 15:05:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ji NY’ê re nameyek şand û diyar kir ku Wezareta Îstîxbaratê bi filmê der heqê Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî de parve kirî re hewl dide cezayê îdamê rewa nîşan bide û bertek nîşan da.  Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê der barê binpêkirinên mafê mirovan yên Îranê, ji bo Neteweyên Yekbûyî peyamek weşand. Rêxistinê ragihand ku di nava vê hefteyê de herî kêm 12 çalakvanên Kurd li bajarên Sine, Mahabad û Kirmaşanê, ji ber ku tev li greva giştî ya li rojhilatê Kurdistanê ya li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê Werîşe Mûradî Pexşan Ezîzî bibûn, ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin.   Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê da zanîn ku Wezareta Îstîxbaratê, bi weşandina filmek li ser Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî, dixwaze cezayê wan rewa bide nîşandan û wiha hate gotin: “Nêzî 69 çalakvanên sivîl û jîngeparêz, li parêzgeha Xozistan ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin. Îran dixwaze bi van binçavkirinan, rê li xwepêşandanan bigire. Tenê di nava 10 rojan de (ji 12 heya 23’yê Çileya 2025’an) lêpirsîn bi 12 çalakvanên Azerbaycanî re hatine kirin.”   Hêjayî gotinê ye di 8’ê Çileyê de parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyar kir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin. Nerazîbûn û xebatên ji bo rawestandina cezayê darvekirinê dewam dikin.   Herwiha cezayê darvekirinê ya Werîş Mûradî ku di rûniştina wê ya di 16’ê Hezîran û 4’ê Cotmeha 2024’an de hate dîtin bi fermî ji parêzerên wê re hatiye ragihandin.