Dewleta tirk stasyonê avê ya li Kobanê bombebaran kir 2025-02-03 15:21:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk stasyona avê ya li gundê Şiyûx a Jorîn a Kobanê bombebaran kir.  Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk stasyona avê ya li gundê Şiyûxa Jorîn a Kobanê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de stasyon ji xizmetê derket.    Xelkê navenda Kobanê û gundên wê pêdiviya xwe ya avê ji vê stasyona pêşwazî dikir ku di 2’yê Sibatê de bû hedefa balafirên şer ên dewleta tirk.