Li Kobanê ji bo ‘Azadiya Ocalan’ bang 2025-02-03 16:48:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li kantona Firatê bi daxuyaniyeke xwestin tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin.    Bi nêzîkbûna 15’ê Sibatê 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, Înîsiyatîfa Sûriyeyê ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Înîsiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Kobanê daxuyaniyeke hevpar dan.   Daxuyanî ji aliyê endama Înîsiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê Zerga Salih Teyar ve li pêşiya avahiya Dîwana Edaleta Civakî ya li bajarê Kobanê bi amadebûna endamên her du saziyan û hejmareke çalakvanên mafên mirovan hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Piştî çend rojan salvegera komploya li dijî rêber û bîrmendê navneteweyî Abdullah Ocalan e, ku aliyê îstîxbarata Tirk û hêzên din ve, hate girtin û birin Girava Îmraliyê ya li Deryaya Egeyê. Rêber Abdullah Ocalan, paşê bi awayekî nedadmend hate darizandin. Ev tişt hemû li ber bêdengiya kirêt a cîhanê çêbû.”   Bi domdarî ev tişt hatin gotin: “Em berdewamkirina girtina Rêber Abdullah Ocalan ji hêla dewleta Tirk û tecrîda bi darê zorê ya li ser wî di girtîgeha girava Îmraliyê de bi tundî şermezar dikin û daxwaza xwe ya ji bo tavilê serbestberdana wî û bidawîkirina binpêkirinên li ser wî tên kirin, nû dikin. Her du însiyatîfan bang li hemû gelên azadîxwaz, rêxistinên mafên mirovan, çalakvanên aştiyê û dostên gelê Kurd ên li hemû welatên cîhanê kir ku piştgiriyê bidin daxwaza ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan.”   Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hate kirin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Li gorî berpirsyariyên xwe yên exlaqî, li hemberî destilatdariya Tirkiyeyê helwestên tund nîşan bidin. Her wiha em bang li dostên gelê Kurd ên li hemû welatên cîhanê dikin ku têkoşîna aştiyane mezin bikin da ku sala 2025’an bibe sala azadiya Rêbertî û gelê Kurd.”