Tevî emrê xwe yê mezin jî çanda tevnê dide jiyîn: Bila ev çand nemire 2025-02-04 09:01:05 ŞIRNEX - Zeynep Akil a 70'ê salî tevî emrê xwe yê mezin jî çanda resen a tevnê dide jiyîn. Zeynep Akil, anî ziman ku ew naxwaze ev çand tune bibe û got: “Heta ku em sax bin ev çand dê bi me re bijî. Dixwazim ev çand piştî me jî bijî.” Li Botanê çanda hunandin û nexşandina çente, parzûn, têr, hevsar û reşmalan bi sedan salan in li dijî teknolojiyê hebûna xwe didomînin. Bi sedan sal in ev çand bi destê jinên Kurd bi kedeke mezin tê çêkirin.  Parzûn û çenteyên bi taybet li herêma Botanê jin didin pişta xwe, bi hunereke mezin ji tayê reng bi reng tên nexşandin. Lêbelê ev çanda jinên Kurd ber bi tunebûnê ve diçe. Tevinkirin zor û zehmet e lê xweşikbûna tevnê jî yek ji kevintirîn kevneşopiya gelê Kurd e. Tevnê ku bi destê jinê yê narîn tê hunandin sebrek mezin dixwaze. Li gundê Avgamasya yê girêdayî Şirnexê Zeynep Akil a 70'ê salî tevî emrê xwe yê mezin jî hewl dide ku ev çand winda nebe.    ÇANDA TEVNÊ   Dayika Zeynep Akil, behsa zehmetiyê çêkirina tevnê kir. Dayika Zeynepê diyar kir ku ew hatiye vî emrê xwe heta niha tevnê çêdike û wiha axivî: "Em bi qasî sed metre dirêj benên reng bi reng girê didin. Piştre em bi kedeke mezin çêdikin. Berê ev gelek dihatin çêkirin. Parzûn û çente me çêdikirin. Her wiha ew konên koçeran jî me bi tevnê çêdikir. Kedeke mezin dixwaze. Me ev çand ji dayika xwe girt û dayikên me jî ji dayikên xwe elimîn. Zarokên me jî ji me dizanin. Em çêdikin zarokên me ji me re dibêjin, 'hûn çima ewqas zehmetiyê dikêşin, dev jê berdin.' Bi vê nêzikatiyê her tiştek tune dibe. Ked nema ye. Her tiştek tune bûye. Keda destan nema ye. Lê niha tevn nema ye. Her tişteke amade dikirin.  Ez niha parzûnan çêdikim. Bihar nêzik dibe ev parzûna ku ez çêbikim ez ê bibim pincarî. Her wiha parzûna ku em çêdikin jî em pitikên xwe têxin tê de yan jî em dema ku diçin sûkê tiştekî dikirin em vê parzûnê bikar tînin. Zehmetiyên wê pir in. Destê mirov û pişta mirovî diêşe. Heta 4 rojan em ê çêbikin heta ku xelas dibe. Li tevî hemû zehmetiyan jî hêjaye ku mirov vê çande bidomîne."    'BILA EV ÇAND TUNE NEBE'    Zeynep Akil, anî ziman ku berê her tişteke xwe bi dest çêdikirin lêbelê niha her tiştekî dikirin û wiha got: "Berê civat hebû, wextê me çiqas nebe jî em jin dihatin cem hev û me tevn çêdikir. Niha ev çand zêde nemaye. Lêbelê jinên weke min temen mezin çêdikin. Em jî pîr bûne û êdî nikarin çêbikin. Em naxwazin ku ev çande winda bibe. Heta ku em sax bin ev çand dê bi me re bijî lê piştî ku em mirin jî em naxwazin ku ew jî bi me re bimre."   MA / Zeynep Durgut