Li herêma erdhejê tiryak, fihûş û tundî zêde bû 2025-02-04 10:37:54 SEMSÛR – Her çend 2 sal ji erdheja li Semsûrê re derbas bû, ne hilweşandin û ne jî karên avakirinê qediya. Li gorî saziyên civakî li herêma erdhejê bikaranîna tiryakê, fihûş û tundî zêde dibin.  Di 6’ê sibata 2023’an de li Mereşê du erdhejên mezin pêk hatin û 2 sal derbas bûn lê li 11 bajarên ku erdhejê bandor lê kiribû pirsgirêk dewam dikin. Yek jî bajarê ku erdhejê bandor lê kir Semsûr bû û li bajar hezar û 285 bîna hilweşiyan, derdora 68 hezar avahî zirar dîtin. Li gorî daneyên fermî li Semsûrê 8 hezar û 287 kesan jiyana xwe ji dest dan. Lê tê texmînkirin ku hejmara kesên jiyana xwe ji  dest dane ji daneyên fermî zêdetir in.   Piştî erdhejê dest bi hilweşandina avahiyên ku xisara mezin dîtine kirin. Hemû taxên bajar veguherîn şantiyeyên înşaatê. Pêvajoya dadgehê ya 3 hezar û 966 avahiyan temam bû û 566 avahî hatin hilweşandin. 2 sal li ser erdhejê re derbas bûye lê hê jî li gelek kolanan makîneyên vînç û kamyon hene. Ji ber hilweşandina avahiyan gelek caran bajar di bin dûmana axê de dimîne û ev jî zirarê dide tenduristiya welatiyan. Tê gotin ku li bajar 31 hezar û 406 avahî hatine teslîmkirin û çêkirina avahiyên din jî didomin.   MERASÎMA BÎRANÎNÊ    Salvgere 2’emîn a erdhejê nêz dibe û li bajar bernameya bîranînê hat amadekirin. Dê 5’ê sibatê de goristan bên ziyaretkirin û kesên jiyana xwe ji dest dane bên bibîranîn. Her wiha dê di 6’ê sibatê de saeta erdhejê pêk hatibû meşeke meşaleyî were lidarxistin.   ‘PERGALEKE BAZIRGANIYÊ HEYE’   Nûnerê Odeya Endezyarên Înşaetê ya TMMOB’a Semsûrê Tuncay Kaya têkildarî hilweşîn û çêkirina avahiya axivî û da zanîn ku 2 sal in hilweşîn li gorî usulê nayên kirin û wiha axivî: “Pêdivî ye ku avahiyek dema hilweşandinê ji jor ve were hilweşandin. Lêbelê, ev ne hate kirin. Karên binesaziyê berdewam dikin. Pirsgirêka herî mezin toza axê ye. Me ji erdhejê ders dernexistin. Rêziknameya erdhejê di sala 2023’an de di binê kavilên erdhejê ma. Berî ku xaniyên hatine avakirin divê ev rêzikname were guheztin. Ev nehat kirin. Pergala kontrolkirinê ne bes e. Ev hewl dide vê yekê bi navgîniya avahiyên avahiyê bike, lê kontrola avahiyê bixwe di pirsgirêkan de ye. Mixabin, pergaleke kontrolkirniê nîn e û bêhtir girîngiyê dide aliyê bazirganiyê.”   PIRSGIRÊKÊN PERWERDEHIYÊ   Erdehejê bandoreke mezin li pergala perwerdehiyê kir. Li Semsûrê di erdhejê de 14 dibistan hilweşiyan, di 63 dibistanan de xisara mezin û di 41 dibistanan de jî xisara navîn hebû. Di 2 salan de 54 dibistan hatin çêkirin û çêkirina 38 dibistanan jî dewam dike. Serokê Şaxa Egîtîm Sen’a Semsûrê  Zeynal Polat diyar kir ku dema felaket pêk tên girîngî ji bo perwerdehiyê nayê dayîn û wiha got: “Beriya erdhejê li Semsûrê 801 dibistan hebûn, 8 dibistanên ku zirar dîtibûn hatin bihêzkirin û li 11 dibistanan xebatên bihêzkirinê dewam dikin. Li qada toplu konutê 4-5 hezar kes dijîn lê li wir dibistan hêj nehatiye çêkirin. Zarokên vê herêmê diçin dibistanên kevn û pirsgirêka veguhestinê heye. Li taxên konteynirê perwerdehî  di konteyniran de dewam dike. Hem mamosteyan û hem jî xwendevanan psîkolojiya erdhejê li ser xwe neavêtin. Her wiha li herêma erdehejê zarokên penaber bi pirsgirêkên girantir re rûbirû dimînin.”   ‘HEWLDANÊN XWEKUŞTINÊ ZÊDETIR BÛN’   Di qada tenduristiyê de jî pirsgirêk nehatine çareserkirin. Ji ber hilweşandin û çêkirina avahiyan 2 sal in toza axê zirarê dide tenduristiya welatiyan. Hevserokê Şaxa SES a Semsûrê Îbrahîm Halîl Aydin anî ziman ku toz tendustiya welatiyan têk dibe û wiha got: “Hejmara kesên ku ji ber erdehejê jiyana xwe ji dest dane hatin aşkerakirin lê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest  dane ji hejmara ku hatiye aşkerakirin zêdetir e. Travmaya însanan girantir bû, 2 sal ser erdhejê re derbas bû lê travma dewam dike. Di van rojên dawî de întîxar zêde bûne. Hejmarên xwekuştinê yên teqez nayên parvekirin lê li gorî daneyên me di salekê 187 kesan hewl daye xwe bikuje. Ji van hewldanan çend heb bi mirinê encam bû em nizanin. Lê ger hewldan evqas mezin bin, li gorî wê mirin jî ewqas zêde ne. Heta şopa erdehejê hebe dê travma dewam bikin. Pirsgirêkên derûnî yên însanan hene. Rayedarên dewletê gotin ku dê di salekê de bajar ava bikin, 2 sal derbas bûn hê jî pirsgirêka avahî heye. Bajarên konteynir wek kampên penaberan e. Bêyî mahremiyetê li ber çavan bigirin konteynir ava kirine. Ev jî dibe sedema pirsgirêkên civakî.”   Îbrahîm Halîl Aydin da zanîn ku li herêma erdhejê bikaranîna tiryakê, fihûş û tundî zêde dibin û wiha axivî: “Ev pirsgirêkeke mezin e lê li ber çavan nayê girtin. Di pêvajoya Kovîd-19’ê de cîlaya pergala tenduristiyê têk çû û di binê erdhejê de ma. Divê li Semsûrê pergala tenduristiyê bi awayekî lezgîn were avakirin. Piştî erdhejê Semsûr bû wek bajarê astengdaran lê polîklînîkên tedawiya fîzîkî wek kapasîteya beriya erdhejê ne. Divê bi lezgînî navendên tedawiya fîzîkî bên vekirin.”    MA / Emrullah Acar