Yildirimci: Şer û neçareserî civakê xîzan dike 2025-02-04 11:39:15   ENQERE – Endamê Meclisa Kedê ya HDK’ê Yilmaz Yildirimci diyar kir ku polîtîkayên şer û neçareseriyê civakan xîzan dikin û şer 3 trîlyon û 865 mîlyor û 358 mîlyon dolar zirar daye aboriya welat.   Endamê Meclisa Kedê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Yilmaz Yildirimci têkildarî lêçûnên aborî ya polîtîkayên şer axivî. Yardimci rapora Enstîtûya Peşveçûna Demokratîk ya têkildarî maliyeta şerê ku 40 sal in li Tirkiyeyê diqewime bibîrxist û destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên şer di 40 salan de aboriya Tirkiyeyê 3 trîlyon û 865 mîlyor û 358 mîlyon dolar zirar kiriye û lêçûna şer jî wek barekê li ser pişta kedkaran e.   ‘ŞER JIYANA CIVAKÎ RIZAND’   Yildirimci anî ziman ku ji ber şer jiyana civakî dirizê, aborî têk diçe û wiha got: “Di heman demê de ji ber şer  dengeya ekolojîk xirab bû. Ji xeynî van, ji ber polîtîkayên cudaxwaz nîjadperest û şovenîst anîn li hemberî civakê. Li Tirkiyeyê bûdçeya bingehîn jî di nav de (ji perwerdeyê heta tenduristiyê) hemû li gorî bûdçeya şer hatin dîzaynkirin. Feydeya şer ji tu çîna kedkar re nîn e. Şer hem li welat û hem jî li cîhanê li ser pişta kedkaran dibe bar û jiyana wan serobino dike. Ji bo kesên xîzan û kedkar dibe wek bar û civak her ku diçe xîzantir dibe.”   ‘JIN Û ZAROK DIMIRIN’   Yildirimci da zanîn ku di şerê heyî de bi hezaran însanan jiyana xwe ji dest dan û wiha pê de çû: “Li Filistin, Îsraîl û Rojava mêze bikin. Her wiha li herêma me 40 sal in şerek heye. Herî zêde jin, zarok û kedkar hatin qetilkirin. Nirx, çiya û deştên me hatin wêrankirin. Ji bo derxistina madenan erdnîgariya me kun bi kun kirin. Kesên xwedan sermaye ji bo bêhtir kar bikin şer  dixwazin û ji bo şer pêwîstî bi çekan heye û ji bo çek bifiroşin û bêhtir qezenc bikin hewl didin. Dema mirov mêze dike dibîne ki li Tirkiyeyê di pêvajoya pevçûnan de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan.”   ‘3 MÎLYON KES KOÇBER BÛN’    Yildirimci diyar kir ku di encama pevçûnan de 4 hezar gund hatine şewitandin û valakirin, 3 milyon kes neçarî koçberiyê hatine hiştin û got, “Bi giştî aboriya herêmê têk çûye. Kurdistan wek herêma şer her tim ji herêmên din xizantir e. Divê çek bên bêdengkirin. Lê ji bo şer bi dawî bibe û aştî pêk were tenê rawestandina dengê çekan têrê nake. Li Tirkiyeyê di sala 2025’an de ji bo sanayiya parastinê 1 trîlyon û 950 mîlyon TL hatiye destnîşankirin. Li gorî sala par ji sedî 50 zêde bûye. Li welat ji sedî 50’ê welatiyan ji meaşê herî kêm dixebitin. Yanê nîvê welat di binê sînorê birçîbûnê de jiyana xwe didomînin. Ev jî nîşan dide ku aştiya civakî bi rengî ne mimkun e pêk were. Ji bo aştiya civakî bêguman divê pevçûn rawestin, mirov nemirin lê  tenê ev jî têrê nake. Li Tirkiyeyê ji bo xîzanî ji holê rabe divê pergaleke baç ya bi edalet hebe û dahatû wekhev bin. Dema em behsa têkiliya navber şer û kedê dikin balê dikişînin ser vê mijarê.”   KAMPANYAYA HDK’Ê   Yildirimci bibîrxist ku wek HDK kampanyaya ‘Ji bo Aştiyê Milyonek Îmze’ dane destpêkirin û dema diçin hevdîtinên gel, welatî ji wan re dibêjin dixwazin îmze bikin lê birçî ne, nikarin nan bikirin, nikarin zarokên xwe bidin xwendin û ji bo van mijaran jî çareseriyê dixwazin. Yildirimci wek çareserî jî got ku li welat pereyên ku ji bo sanayiya parastinê tên xerckirin divê ji bo kedkar û xîzanan bên xerckirin û w^edemê li vî welatî xîzanî namîne.   ‘AŞTÎ MIROV BI KELECANÎ DIKE’   Yildirimci da zanîn ku di vê pêvajoyê de peyva aştî mirov  bi kelecan dike û wiha axivî: “Bi birêz Ocalan re hevdîtin dewam dikin. Encam dê çi bibe em nizanin lê encam çi dibe bila bibe, pevya aştiyê jî mirov bi kelecanî dike. Divê projeyên ji bo aştiya civakî bikevin meriyetê û daxwazeke me ya bi vî rengî heye. Li hemberî şerê ku me xîzan dike û di binê sînorê birçîbûnê de dihêle divê rêxistinên demokratîk, rêxistinên ked û pîşeyî, partiyên siyasî ji bo pêşeroja gelên Tirkiyeyê em bi hemû hêza xwe bixebitin. Ger aştî pêk were dê hemû civak qezenc bike.  Di aştiyê de kes zirar nake.”   MA / Omer Gungor