Di protestoya qeyûm de bîranîna 6’ê Sibatê 2025-02-05 16:16:51   MÊRSÎN - Di çalakiya protestokirina qeyûm a li navçeya Akdenîzê de kesên di erdhejên Mereşê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn.    Çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Akdenîz a Mêrsînê didomin. Li pêşiya avahiya şaredariyê ku ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin, daxuyanî hate dayin. Parlamenter û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Zext nikarin me têk bibin” û “Qeyûmê dizek ji Akdenîzê bicehime” hatin berzkirin. Bi boneya 2’yemîn salvegera Erdheja Mêreşê ya 6’ê Sibatê, kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn.    Siyasetmedar Ridvan Turan di daxuyaniyê de wiha got: “Me di erdhejê de bi hezaran mirovên xwe winda kir. Hêj jî birînên gel nehatine dermankirin. Bêpirsyartiya îktîdarê ya di erdhejê de hêj didome. Weke ku ev têr neke, niha jî destê xwe dirêjî îradeya gelê me dike û rejîma qeyûm didomîne. Anku Tirkiye heman Tirkiye ye. Ev avahiya li pêşberî me ya ku hûn dibînin ne avahiya şaredariyê ye, cihê sûc e. Di vî avahiyî de demokrasî, azadî û îradeya gel ji hêla îktîdarê ve hatiye qetilkirin.”    Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan jî li polîsên ji derdorê re got: “Hûn tenê dizekan diparêzin. Qeyûm, tunehesibandina îradeya gel e.” Tanhan, got ku dê serî li ber polîtîkayên îktîdarê netewînin.