Li Amedê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan nehatin jibîrkirin 2025-02-06 06:35:29 AMED - Li Amedê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, li Xaçerya Tesîslera hatin bibîranîn.  Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê, Platforma Rêveberiya Afetê û Piştevaniyê (DMS) û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, li ber xirbeyên Avahiya Serîn 2 ya ku li Xaçerêya Tesîslerz hilweşiya, çalakiya bîranînê li dar xist. Di bîranînê de li qada ku bermahî lê bûn mûm hatin pêxistin û qurnefîl hatin danîn.   Hevserokê DMS'ê Şerefxan Aydin got: "Bibîranîn jiyan e. Divê em li vî welatî avakirina bajarên saxlem û qîmeta jiyanê nîşan bidin. Ev karesat li welatên din jî çêdibin, lê mirin li wir çênabin. Ji bo em van mirinan ji holê rakin, divê em ji bo bîranîna kesên ku me ew winda kirine vê ji holê rakin."   Ji Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajêr Yildiz Ok Orakê jî got: "Me bi hezaran canê xwe winda kirin. Du sal berê agir bi dilê me ket, lê hê jî netefiyaye. Em ji bo pêşerojeke xweş bihêlin li vir in. Em hêrs bûne, em ê ji bîr nekin."   Ji Platforma Ked û Demokrasiyê Muhammed Can diyar kir ku wêraniya li herêmê nehatiye selihandin û got: "Mirin li vê erdnîgariyê dimînin. Eger piştî 2 salan ev herêm hîn jî bi vî rengî be, ruhê gelê me bi heman rengî dewam dike."   Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û diyar kir ku roja erdhejê Amed bi çarenûna xwe re rû bi rû hatiye hiştin. Hatun got: "Rastiyeke ku gel li ber xwe dide hebû. Madem em bi tenê ne, em ê bi çarenûsa xwe bijîn, ji bilî hişyarkirina civaka xwe ji bo avakirina bajaran tiu çareyek nemabû. Li vir em soz didin ku em ê di meseleyên teknîk de destûrê nedin tu sererastkirinekê bajarê xwe. Em soz didin ku em ê kontrolên xwe bikin. Mirina bi dehhezaran kesî divê ne wisa hêsan be. Gelek tişt hene mirov bibêje. Wekî hemû pêkhateyên vî bajarî ji xeynî me tu kesî me tüne ye. Divê em hev serwext bikin û li ser vî esasî xwe birêxistin bikin."