Li cihê ku hezar û 400 kes jiyana xwe ji dest da bîranîn 2025-02-06 07:50:43 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mereşê li cihê Sîteya Ebrarê ku hezar û 400 kes lê jiyana xwe ji dest dan, çalakiya bîşranînê hat idarxistin. Li Rihayê jî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan nehatin jibîrkirin.  Li Mereşê bi hezaran kes li ber Sîteya Ebrarê ya 18 blokî ya li Mereşê di erdhejê de hat xerakirin kom bû. Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû û ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) gelek kes beşdarî bîranînê bûn.    Girseya ku li ber Sîteya Ebrarê ya hezar û 400 kes lê jiyana xwe ji dest dane kom bû, ber bi cihê ku blok lê ne meşiya. Girse saet di 04.17'an de ku erdhej di vê saetê de çêbûbû, li ber avahiyên bi navê Ebrarê çalakiya bîranînê li dar xist.    Li ser navê Şnîsyatîfa Malbataên Sîteya Ebrarê Merve Aksû got: "Me erdhejê ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin." Endama Meclisa DEM Partiyê Oakîze Sînemîllîoglglûyê jî bertek nîşanî politikaya bêcezatiyê da.    Piştî daxuyaniyê li şuna avahiyan qurnefîl hatin dayîn.    BAZARCIX   Li Bazarcixê jî welatî di saeta erdhejê de li baxçeyê şaredariyê kom bûn. Mexdûrên erdhejê ji vir heya navenda çarşiyê meşiyan. Girseyê qurnefîl danîn ber qûleya saetê ya li çarşiyê.    RIHA     Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê kesên ku di erdheja de jiyana xwe ji dest dan saet di 04.17'an de li Xaçerêya Abîdeyê bibîr anî. Ligel pêkhateyên platformê, nûnerên rêxistinên DEM Partî û DBP'ê yên Rihayê beşdarî bîranînê bûn. Li cihê ku avahî hilweşiyan qurnefîl hatin danîn û mûm hatin vêxistin.