Hevşaredara îxrackirî kamera danî odeya endamên meclisê 2025-02-06 09:07:08 ŞIRNEX - Hevşaredara Hezexê Turkan Kayir ku bi hinceta "bi muxalîfên li dijî partiyê re tevgeriyaye" ji aliyê DEM Partiyê ve hat îxrackirin, kamera li odeya koma DEM Partiyê bi cih kir.  Şaredara Hezexê Turkan Kayir ku ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve ji ber “tevgerên ne li gorî exlaqê partiyê û rabûna bi dijberên partiyê re" ji partiyê hat îxrackirin, kamera li odeya koma Meclisê ya DEM Partiyê bi cih kir. Kayirê ku karê wê yê ewil Ekrem Şîmşekê pê re hatibû îxrackirin kiir cîgirê xwe, vê liv û tvegra wê bû cihê bertekan.      Hevşaredarê Hezexê Dogan Adîbellî bertek nîşanî danîna kamerayan a li odeya koma meclisê ya DEM Partiyê da. Adibbelşî destnîşan kir ku armanca bicihkirina kamerayan û ya qeyûm heman tişt e. Adîbellî diyar kir ku ev rewş nayê qebûlkirin û got: "Ji ber ku li her odeyê kamera hatibû danîn û li her kesî dihat temaşekirin. Em gihîştin vê encamê ku ev yek hem ne li gorî rêgezên qanûnî û hem jî ne li gorî rêgezên exlaqî ye. Piştî ku ev her du kes ji DEM Partiyê hatin îxrackirin, li salona meclisê jî kamerayek du alî danîn. Em vê wekî pêkanîneke qeyûm û avakirina hegemonyayê dibînin. Berê beriya civîna meclisê hevalên me di nava xwe de sohbet dikirin. Lê niha em wê atmosfera siyasî li wir nabînin. Ji lew re hevalên me nikarin xwe bi rihetî îfade bikin."   Adîbellî anî ziman ku ne rast e ku li odeya meclisa şaredariyê kamera were danîn û got: "Odeya ku kamera lê hatiye danîn, ji roja ku me dest bi rêveberiyê kiriye û vir ve odeya me ya meclisê ye. Di encamê de hemû biryarên ku me girtin zelal û berdest bûn. Armanca wan ew e ku hegemonyayekê çêbikin û meclisê di cihekî teng de asê bikin. Sedema bicihkirina kamerayan ev e".    Berdevkê Meclisa Şaredariya Hezexê Îslam Atça jî diyar kir ku piştî îxrackirina Tûrkan Kayir û Ekrem Şîmşek li odeyên meclisê kamera hatine danîn. Atça diyar kir: "Tişta ku tê xwestin ew e ku me kontrol bikin û gotinên me li dijî me bi kar bînin. Tu eleqeya vê bi zelaliyê tune ye."