Li Edeneyê ciwanek hate binçavkirin 2025-02-06 09:10:28 EDENE - Li navçeya Seyhanê bi ser malekê de hate girtin û ciwanê bi navê Demhat Saglam hate binçavkirin.  Polîsan îro di danê sibehê de li Taxa Barbarosê ya navçeya Seyhan a Edeneyê bi ser malekê de girt. Di serdegirtina malê de ciwanê bi navê Demhat Saglam hate binçavkirin. Sedema binçavkirina Saglam nehat zanîn û birin midûriyeta emniyetê.