Keça xwe di ‘jêrzemînên wehşetê’ de winda kir: Em ê wan rojan ji bîr nekin 2025-02-06 11:15:40   ŞIRNEX - Esmer Çikmaz ku keça wê di jêrzemînên Cizîrê de hatibû qetilkirin, diyar kir ku êriş ji bo valakirina navçeyê hatin kirin û got: “Em ê wan rojan ji bîr nekin.”    Di 14’ê Kanûna sala 2016’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin û 79 rojan berdewam kir. Di dema qedexeya derketina kolanan de 177 jê li jêrzemînan bi giştî 288 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku 177 lê hatin şewitandin û qetilkirin, raya giştî ya Kurd navê “Jêrzemînên wehşetê” li jêrzemînên Cizîrê kir. Komkujî di 7’ê Sibata 2016’an de hate kirin û bi ser komkujiyê re 9 sal derbas bûn. Cenazeyên 11 kesên di komkujiyê de hatin qaetilkirin hêj winda ne. Malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayin bi sedema binpêkirina mafê jiyanê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan lê ev serlêdan du caran hate redkirin. AYM’ê, di biryara xwe ya redkirinê ya di 7’ê Tîrmeha 2022’yan de got: “Nabe ku ev serlêdan bên qebûlkirin.”    'DÊ TU CARAN NEKARIN BI SER KEVIN’   Bi ser komkujiyê re 9 sal derbas bûn lê hêj jî êşên malbatan mîna roja ewil in. Esmer Çikmaz (53) ku keça wê Yasemîn Çikmaz di jêrzemînên Cizîrê de û kurê wê Vahap Çikmaz jî di qedexeya derketina kolanan a li Hezexê de jiyana xwe ji dest da, da zanîn ku di salên 90’î de dewletê gundê wan şewitand û ew jî ji neçarî hatine navenda Cizîrê. Esmer Çikmaz, diyar kir ku wê serdemê gundên Kurdan dihatin şewitandin û valakirin û ev tişt anî ziman: “Kurd didan zorê ku koçî metrepolan bikin. Digotin qey dê li wir tune bibin. Lê tu caran nekarîn bi ser kevin. Em hatin Cizîrê. Tevahiya zarokên di jêrzemînên Cizîrê de hatin şewitandin, li vir ji dayik bûn û mezin bûn. Nekarîn me xelas bikin. Deh sal berê zarokên min ên li ber çavên me hêj weke 10 rojî ne, 100 metre dûrî min bû û ji bo bi hawara wan biçim min gelek hewl da lê min nekarî. Ne tenê Yasemîn, her kesên di wê jêrzemînê de hatin qetilkirin zarokên min in. Tevekan jî dayikên wan hene. Tevek jî zarokên me bûn. Xwestin Cizîrê vala bikin û hin kesên din lê bicih bikin. Lê nekarîn bi ser kevin. Dê tu caran jî bi ser nekevin. Ma me Roboskê, Geliyê Zîlan û jnêrzemînên Cizîrê ji bîr kir? Na.”    'EM Ê LI SER RÊÇA DOZA ZAROKÊN XWE BIN’    Esmer Çikmaz, destnîşan kir ku gelê Kurd bi zilmê tune nabe û axaftina xwe wiha qedand: “Têkoşîna gelê Kurd tenê bi yekitî û tifaqê dikare bi ser keve. Divê Kurd li her derê û her dem têkoşîna xwe mezin bikin. Dixwazin mîna di navbera 2014 û 2016’an de dîsa zarokên me qetil bikin. Lê em ê êdî vê firsendê nedin wan. Gelê Kurd di ferqa her tiştekî de ye. Êdî Kurd ne Kurdên berê ne. Di salên 90’î de gund hatin şewitandin, di salên 2014-2016’î de ev komkujî kirin. Her 10-15 salan carekê ji bo tunekirina Kurdan êrişan dikin. Banga min ji bo tevahiya gelê Kurd e; bibin yek. Wê demê em çi bixwazin dikarin bikin. Heta ku em bi destê hev negirin dê kesek destê xwe dirêjî me neke. Em ê li ser rêça doza zarokên xwe bin û het dilopa xwîna xwe ya dawî dilsozên bîranînên wan bin û şopdarên doza wan bin.”