Ji 44 welatan ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî bang 2025-02-06 13:05:52   NVAENDA NÛÇEYAN - Ji 44 welatan hezar û 200 kesan ji bo rejîma Îranê biryara xwe ya ji bo darvekirina Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî dabû betal bike û ji bo têkoşîna hevpar bang kirin.    Bertek û helwestên li dijî cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî berdewam in. Ji 44 welatan hezar û 200 kesan li dijî cezayê darvekirinê daxuyaniyek pêşkêşî zêdetirî 100 rêxistin û torên navneteweyî yên feminîst, sivîl û parastina mafê mirovan kirin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku ji bo betalkirina cezayê darvekirinê bi hev re bixebitin.    Hate diyarkirin ku daxwaz dikin ku zext li ser desthilata Îranê were kirin ku demildest cezayê darvekirinê yê li ser her du girtiyên siyasî yên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî were hilweşandin û werin azadkirin.   Heman daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê rêxistinên mafên jinan her derfetekê ji bo lêpirsînkirina berpirsên Îranê ji ber bîlançoya metirsîdar a darvekirina jinan, bikarbînin.   Hinek ji kesên îmzaya xwe avêtîn binê daxuyanî evin: “Gulrox Îreyî, Zeyneb Celaliyan, Nergîz Mihemedî, Meryem Sedat Yehyawî, Hûra Nîgbext, Sakîna Perwane, Mutehare Goyî û Vîda Rebanî.”