Dadgeha Gelan a Rojava du roja duyemîn de didome 2025-02-06 13:11:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Gelan a Rojava ku bi mebesta darizandina sûcên şer ên dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hatiye avakirin, di roja duyemîn de didome.    Dadgeha Gelan a Rojava ku bi mebesta darizandina sûcên şer ên dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike li paytexta Belçîkayê Brukselê hatiye avakirin, di roja duyemîn de didome. Dadgeha li Zanîngeha Azad a Brukselê L'Université libre de Bruxelles di roja duyemîn de bi pêşkêşkirina delîlan dest pê kir.   Bernameya dadgehê ya îro wiha ye:    09:00-09:30: Amadekariya roja 2'yemîn   09:30-10:30: Rûniştina 4'emîn (Têkildarî sûcên hatin kirin)   10:50-12:30: Rûniştina 5'emîn   13:30-15:00: Rûniştina 6'emîn   15:00-15:30: Axaftina dawî yıa dozgeriyê   15:30-16:00: Di çarçoveya hiqûqê de hesabpirsîna ji Tirkiyeyê û nirxandina hiqûqî   16:00-17:30: Danûstandinên dadgehê   17:30-18:00: Pêşdîtin   SÛCÊN ŞER   Di delîlên pêşkêşî dadgehê hatin kirin û daxuyaniyên hatin dayin de binpêkirinên mafên mirovan ên dewleta Tirk ên yekser û neyekser ên bi destê komên xwe hatin nîşandan. Sirgûnkirina Kurdan ji Efrînê, guhertina demografiya herêmê, bombekirina sivîlên li ber bendavê û tinekirina binesaziyê li dadgehê bi berfirehî hate nirxandin.   BI HEZARAN EFRÎNÎ GIRTÎ NE   Di roja destpêkê de her wiha parêzerê Efrînî Îbrahîm Şêxo qala binpêkirinên mafên mirovan ên dewleta Tirk ên li herêma dagirkirî kir. Şêxo diyar kir ku piştî dagirkirina Efrînê ji sala 2018'an û vir ve li 20 girtîgehên vekirî û veşartî bi hezaran Kurd bêsebep têne girtin, sûcên weke destdirêjî, destavêtin, kuştin, talan, dizî û asîmîlasyonê hatin kirin.   KOÇKIRINA BI ZORÊ Û GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ   Parêzerê Katalan Urko Azurtza li ser sûcên paqijiya etnîkî ya li Girê Spî û Serêkaniyê axivî û anî ziman ku dewleta Tirk dest daniye ser mal û milkên gel, nifûsa xwecihî bi zorê koçber kiriye, bi armanca guhertina demografiyê jî kesên ji herêmên cuda li herêmê bi cih kiriye. Azurtza anî ziamn ku bombeya fosforê ya spî ya qedexekirî hatiye bikaranîn û ev sûc di raporên navneteweyî de hatine belgekirin.