Li Dêrsimê bi gel re civîn hat lidarxistin 2025-02-06 16:54:34   DÊRSIM - Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordu li Dêrsimê di civîna gel de axivî û got ku ji bo wan tişta girîng, avakirina pêşerojeke azad e.    Di çarçoveya “Çalakiyên aştiya civakî û azadiyê” de li hotêleke Dêrsimê bi gel re civîn hat lidarxistin. Cîgira Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya ji Komîsyona Têkiliyên Derve Berpirsyar Ebru Gunay, parlamenterên DEM Partiyê Ayten Kordu û Vezîr Parlak û bi sedan kes tev li civînê bûn.    Parlamenter Ayten Kordu di civînê de heqîqeteke Elewiyên dixwazin li ser vê xakê bi aştiyane û azad bijîn heye û wiha got: “Di çarçoveya nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd de her tim pirsa ‘gelo gelê Kurd tê xapandin?’ tê kirin. Ev binhişe ji hêla medyaya nêzî îktîdarê ve tê avakirin. Hewl didin serê gel tevlihev bikin.”   Ayten Kordu, destnîşan kir ku lewma divê Çapemeniya Azad were şopandin û wiha pê de çû: “Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê ne ji bo Erdogan an jî kesekê din bibe serok an jî hin kes bibin îktîdar tê kirin. Hedefên me mezin in. Em qala avakirina pêşerojeke azad û civakîkirina aştiyê dikin.”    Piştî axaftina Kordu, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.