Der barê hevserokên DEM Partî yên Esenyurtê biryara tehliyeyê 2025-02-06 20:05:28   STENBOL- Hevserokên berê yên DEM Partî yên Esenyurtê Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan hatin tahliyekirin.   Hevserokên berê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Esenyurtê Rojda Yİlmaz û Abdullah Arinan ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibûn girtin danişîna wan ya yekemîn hat lidarxistin. Danişîn li 22’emîn Dadgeha Ceza Giran a Stenbolê hat lidarxistin û her du hevserok bi SEGBÎS’ê tevli bûn.   Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan sucdarî redkirin û parêzerên wan daxwaza beratê kirin. Heyeta dadgehê biryara tahliyeya wan da û runiştin jî taloqî 6’ê Gulanê hat kirin.