Rojnameger Oznûr Deger sewqî girtîgeheke cuda kirin 2025-02-26 10:48:54 MÊRDÎN - Rojnameger Oznûr Deger ku li Mêrdînê hatibû girtin, sewqî girtîgeheke li Erzînganê hate kirin.  Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznûr Deger di 7’ê Sibatê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. Oznûr Deger ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dihat ragirtin, bêyî ku malbat û parêzerên wê bên agahdarkirin sewqî Girtîgeha Jinan a Erzînganê hate kirin.    Malbata ku ji bo hevdîtinê çû Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hay ji rewşê bû û dîsa vegeriya.