DEM Partiyê ji bo Îmraliyê serlêdan kir 2025-02-26 11:12:12 ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku ji bo hevdîtina 3’yemîn a bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir.   Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da. Ayşegul Dogan, da zanîn ku Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina 3’yemîn a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re îro serlêdan kiriye.    Ayşegul Dogan wiha got: “Em li bendê ne ku di demekî herî kin de, hêj ev hefteye neqediyayî ji bo hevdîtina bi birêz Ocalan re biçin Girava Îmraliyê. Em li bendê ne ku ev hevdîtin di demekî herî kin de bê kirin. Di vegerê de dê têkildarî mijarê daxuyaniyeke berfireh bê kirin. Di encama nirxandinên li wê derê de dê daxuyaniyeke berfireh bê dayin.”    Ayşegul Dogan, bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan bê ka dê bidîmen be yan na û ev tişt anî ziman: “Ev mijar hêj zelal nebûye lê em hêvî dikin ku ev bangawazî bidîmen be. Peyama bidîmen dê ji gelek aliyan ve baştir be. Jixwe me gelek caran got ku divê tecrîd were rakirin. Daxwaza civakê jî ev e. Bandora daxuyaniyeke bidîmen dê zêdetir be.”