Salek û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Mahmût Altintaş 2025-02-26 11:58:33 SEMSÛR - Bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek û 6 meh cezayê hefsê li nûçegihana Ajansa Welat Mahmût Altintaş hate birîn.  Nûçegihanê Ajansa Welat (AW) Mahmût Altintaş ji ber ku nûçeyên xwe li ser medyaya dîjîtal parvekiribû, di 27’ê Çileya 2024’an de li Semsûrê hate binçavkirin û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz lê hate vekirin. Danişîna ewil a Altintaş li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê hat lidarxistin. Altintaş, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.  Parêzerên Altintaş, Dîlan Guler û Zelal Demîray jî li Edliyeya Semsûrê amade bûn.   Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Altintaş, di parastina xwe de got ku parvekirinên wî di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de ne û tiştên ku kiriye sûc nînin. Altintaş, destnîşan kir ku parvekirina nûçeyan li ser medyaya dîjîtal, azadiya ramanê ye.   Her wiha pirsa hevpeyvîneke di komputera Altintaş de hatibû dîtin jî jê hate kirin. Dozgerî ji bo vê hevpeyvînê îdiaya “propagandaya rêxistinê” kir. Altintaş, jî got ku weke rojnameger dikare bi her kesî/ê re hevpeyvînê bike.    Parêzer Dîlan Guler jî bi lêv kir ku bingeha hiqûqî ya îdianameya hatiyê amade kirin tune ye û got ku parvekirinên miwekîlê wê “propagandaya rêxistinê” nînin lê xebatên rojnamegeriyê ne. Herwiha Dîlan Guler diyar kir ku çêkirina nûçeyan, parvekirin û rêxnekirin li gor qanûnên dewletê jî ne suc e û daxwaza beraetê kir.   Parezer Zelal Demîray jî bi lêv kir ku li gorî zagonên navneteweyî û destûra bingehîn a Tirkiyeyê parvekirinên miwekîlê wê di çaçoveya azadiya raman û rojnamegeriyê de ye û daxwaza beraetê kir.   Dozger jî daxwaza cezakirina Altintaş kir.    Li ser îtîrazan şandeya dadgehê navber da danişînê. Dadgehê piştî navberê biryara xwe da û salek û 6 meh û 20 roj cezayê hefsê da Altintaş. Cîbicîkirina biryarê hate taloqkirin.