Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê: Divê tavilê berpirsyartiyê li xwe bigirin 2025-02-28 13:05:45   AMED - Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê got ku divê di serî de Meclis hemû derdor di çarçoveya banga Abdullah Ocalan de berpirsyartiyê li xwe bigirin.    Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê, têkildarî banga dîrokî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku duh ji aliyê Heyeta Îmraliyê ve bi raya giştî re hatibû parvekirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Platformê, diyar kir ku nîqaşên ku ev demek e li ser çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane didomin, bi banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de derketiye asta pêş. Platformê, wiha domand: “Beriya her tiştî em vê bangewaziya dîrokî watedar dibînin, ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku dê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a ku ev zêdetirî sed sal in bi rêya muzakere û diyalogê tê meşandin, kedeke cidî bide. Em dixwazin diyar bikin ku ji bo aştiya civakî ya mayînde ya li Tirkiyeyê pêk were, divê hemû beşên civakê, di serî de meclis, bi lezgînî berpirsyariya metna banga heyeta Îmraliyê bi raya giştî re parve kir, bigire ser xwe. Weke Platforma Parastin û Piştevaniya Bajarê Amedê, em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin ku em amade ne ku ji bo aştiyê heta niha xebatên hîn zêde nîşan bidin.”