Rêxistiya Efûyê ya Navneteweyî ji bo Şerîfe Mihemedî bang kir 2025-02-28 13:16:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo betalkirina cezayê darvekirinê yê li Şerîfe Mihemedî hatiye birîn, bang li rejîma Îranê kir.    Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) der barê erêkirina cezayê darvekirinê yê ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî de daxuyaniyek belav kir. AMNSTY’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew careke din banga betalkirina cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî dikin û divê demek ji ya din zûtir were berdan.   ÇI BÛBÛ?   Hêjayî gotinêye ku çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî (45) xelka bajarê Urmiyê ye û li bajarê Reşt niştecih e. Şerîfe Mihemedî, di Kanuna 2023’yan de bi hinceta “Propagandaya dijî dewletê’ hate binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê, di 12’ê Cotmeha îsal de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû betalkirin. Herî dawî di 13’ê Sibatê de careke din cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî hate pejirandin.