‘Em îdiaya xwe ya jiyana azad mezin dikin’ 2025-02-28 16:48:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan, di çarçoveya 8’ê Adarê de li gelek bajaran çalakî li dar xistin û gotin: “Em îdiaya xwe ya jiyana azad mezin dikin.”    Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de jin li gelek bajaran hatin gel hev û çalakî li dar xistin.    Jinên ku li bajarokê Deşta Darê yê navçeya Hezex a Şirnexê hatin gel hev, di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê de şitil danîn. Çalakî, bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Şaredariya Deşta Darê ve hat lidarxistin û gelek jin tev li bûn. Çalakî li avahiya şaredariyê dest pê kir û jin bi cil û bergên Kurdî tev li bûn. Di çalakiyê de jinan goveng gerand û dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî 8’ê Adarê" berz kirin. Jinan, li dijî talan û texrîbata ekolojîk di têketina bajarokê de şitil danîn. Piştre jî jin li baxçeyê şaredariyê kom bûn. Aktîvîsta TJA’yê Adalet Çîmen Fîdan di çalakiyê de bal kişand ser komkujiyên li dijî jinan û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku dê li dijî vê têbikoşin.    Di çalakiyê de jinan banga tevlibûna çalakiya ku dê di 7’ê Adarê de li Silopiyayê bê lidarxistin kirin.    Çalakî, bi gerandina govendê û tililiyan bi dawî bû.    BEDLÎS   TJA’yê li navçeya Tetwan a Bêdlîsê jî li ber golê bi daxuyaniyekê starta 8’ê Adarê da. Rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), hevşaredara Tetwanê, Meclisa Jinan a Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES), Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin û Dayikên Aştiyê beşdarî bernameyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Em li dijî komkujiya jinan serî radikin, em ber bi azadiyê ve dimeşin" hate hilgirtin.    Hevseroka DEM Partiyê ya Tetwanê Nûrdan Îlbasan metna daxuyaniyê xwend. Nûrdan Îlbasan, got: “Berxwedana ku jinên kedkar ên tekstîlê li dijî îstîsmara kedê dan destpêkirin, ji bo keda wekhev daxwaza mûçeyên wekhev kirin, îro sedema serhildana hemû jinên cîhanê ye. Ev kevneşopiya berxwedanê ya ku bi keda bi hezaran jinan ji Clara heta Rosayê hatiye afirandin,  rêya jinên kurd jî ronî dike. Me ev kevneşopiya berxwedanê ya ku ji çanda bi hezaran salan a gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn hatiye parzûnkirin û koka wê heta neolîtîkê ye, kiriye yek."   Daxuyanî, bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û çepikan bi dawî bû.   RIHA    Li navçeya Sêwereg a Rihayê jî bi boneya 8’ê Adarê bi pêşengtiya TJA’yê meş hat lidarxistin. Gelek jin tev li meşê bûn. Meş, li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê dest pê kir û heta Qada Kanlikuyuyê domiya. Jin, bi cil û bergên xwe yên Kurdî tev li bûn û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Di meşê de pankarta “Raperîna me li dijî qirkirina jinê ye meşa me ber bi azadiye ve ye” û dovîzên “Ji 8’ê Adarê ber bi Newrozê ve em aştiyê birêxistin dikin” û “Li dijî tundiya mêr dewletê em di serhildanê de ne” hatin hilgirtin.    Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglû li vir axivî û dîrokçeya 8’ê Adarê vegot. Sema Aîşeoglû got ku bedelên hatine dayin rêya jinan ronî dikin.    Li ser navê TJA’yê jî Selma Ayabe daxuyanî xwend û got ku polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê didomin. Selma Ayabe, got ku weke jinên Kurd dê di çarçoveya hevjiyana azad de malbatê demokratîk bikin û jiyaneke nû ava bikin. Selma Ayabe, got: “Ji bo vê jî em îdiaya xwe ya jiyana azad mezin dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku piştevanî û berxwedanê mezin bikin. Heta ku li vê xakê aştiyeke birûmet tê avakirin û rêxistiniya me vediguhere azadiyê em ê li qadan bin.”