Li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê krîza randevuyê: Gelek nexweş jiyana xwe ji dest didin 2025-03-02 12:22:39 ŞIRNEX - Hevserokê Şaxa SES’ê ya Şirnexê Samet Kaya bal kişand ser pirsgirêka randevuyê a li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û got: “Welatî bi mehan nikarin randevûyê bigirin û ji ber vê yekê gelek nexweş jiyana xwe ji dest didin.”  Li Şirnexê pirsgirêkên di qada xizmeta tenduristiyê de her ku diçe zêdetir dibin. Li nexweşxaneyên Şirnex û navçeyên wê di gelek branşan de bijîşk tune ne. Li gel vê, ji ber ku cîhaz û ekîbmanên tibbî têr nakin, gelek welatî nikarin ji xizmetên tenduristiyê sûd bigirin. Li gorî daneyên sala 2024’an; nifûsa Şirnex û navçeyên wê bi giştî 570 hezar û 826 kes in. Tevî vê nifûsê jî unîteya anjiyoyê jî tenê li navenda Şirnexê heye. Di gelek beşan de bijîşk tune ne û welatî ji bo tedawiyê diçin bajarên weke Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Amedê.    Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nexweşxaneyê hatine girtin; di sala 2024’an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Selahattîn Cîzrelîoglû ya Cizîrê 141 bijîşkan 887 hezar û 623 nexweşên randevuya wan hebû muayene kirin. Di heman salê de li beşa lezgîn jî 400 hezar û 966 nexweş hatin muayenekirin, û 3 hezar û 580 jin jî welidîn. Hat zanîn ku di nava salekê de milyonek û 288 hezar û 589 kes ji bo muyaneneyê çûne nexweşxaneyê.      Pergala tenduristiyê ya li Cizîrê têk çûye. Hevserokê Şaxa Sendîkeya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) ya Şirnexê Samet Kaya diyar kir ku welatî bi mehan nikarin randuviyê bigirin.    'GELEK NEXWEŞAN JIYANA XWE JI DEST DAN’   Samet Kaya, da zanîn ku xizmetên tenduristiyê li ser Nexweşxaneya Dewletê tên meşandin û wiha got: “Nifûsa Şirnexê 110 hezar e û tenê 3 nexweşxane xizmetê didin. Nifûsa Cizîrê nêzî 170 hezar e û xizmetên tenduristiyê tenê li ser nexweşxaneya dewletê tên meşandin. Hejmara hemşîre, bijîşk û kedkarên tenduristiyê kêm e. Lewma xizmeta tenduristiyê kêm e. Mixabin ev rewş gelek caran rê li ber encamên cuda vedike. Weke mînak; ji ber ku navenda anjiyoyê nîne, gelek kesên krîza dil derbas dikin sewqî Şirnex û bajarên din tên kirin. Ev yek jî rê li ber mirina gelek kesan vedike.”    'ROJANE ZÊDETIRÎ HEZAR KES DIÇIN NEXWEŞXANEYÊ’   Kaya, destnîşan kir ku daneyên li ber dest rê li ber lêpirsîna der heqê hejmara nexweşan de vedike û got: “Dema nexweş muayene dibin biqasî tê xwestin lê nayê guhdarîkirin. Dema mirov hejmara kedkarên tenduristiyê û ya nexweşan dide ber hev, ev yek rê li ber gelek pirsgirêka vedike. Polîklînîk neçar dimînin ku di 2-3 deqeyan de li nexweşekî binêrin. Ma heke li nexweşan neyê guhdarîkirin dê xizmet çawa were dayin? Gelek caran nexweş randevuyê jî peyda nakin. Ev jî dike ku nexweş berê xwe bidin beşa lezgîn. Hejmara kesên di rojekê de serî li beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê didin hezar kes derbas kiriye. Ev, reqemeke pir zêde ye. Divê di demekî kin de hem teşhîs bikin. Ev jî rê li ber teşhîsên şaş vedike. Lewma kedkarên tenduristiyê bi dozan re rû bi rû dimînin. Ji ber vê jî kedkarê tenduristiyê di mijara tedawiyê de dudil dimînin. Nobetên biqasî sed û sih saetan hem ji hêla mental ve hem jî psîkolojîk ve zorê dide kedkarên tenduristiyê. Ji jiyana xwe ya civakî û malbatî bêpar dimînin.”    'BERÊ KEDKARÊN TENDURISTIYÊ Û GEL DIDIN HEV’    Kaya, da zanîn ku nedayina randevuyan û dema kin a ji bo tedawiyê tê veqetandin berê gel û kedkarên tenduristiyê dide hev û got: “Di esasê xwe de hewceye bertek nîşanî wezaretê bê dayin. Hewceye ev rewş ji gel re bê vegotin. Divê berê gel û kedkarên tenduristiyê nekeve hev. Sağlık emekçisi ve toplumun karşı karşıya gelmemesi gerek" diye konuştu.    'PÊDIVÎ BI ÎSTÎHDAMÊ HEYE’   Kaya, da zanîn ku li Cizîrê genê du cerrahên dil hene û dema ev bijîşk destûrê bi kar tînin jî nexweş bê bijîşk dimînin. Kaya, xwest ku îstîhdama pêwîst were kirin, kapasîteya nexweşxaneyê were mezinirin, nexweşxaneya welidînê di zûtirîn demê de bê temamkirin.    BI MEHAN RANDEVUYÊ NAGIRIN   Ji welatiyan Reşît Çagirga, got: “Nexweşxane xizmetê nade. Welatî carnan nikarin mehek-du mehan randeviyê bigirin. Hejmara bijîşkan kêm e. Pirsgirêka paqijiyê ya nexweşxaneyê heye. Ev bû 18 roj nikarim randevuya diran bigirim. Em dixwazin hejmareke baş û bijîşkên jîr bên şandin. Em dixwazin xizmetên tenduristiyê yên wekhev bên dayin.”    MA / Omer Erdogan