HSD: Êrişên çeteyan hatin têkbirin 2025-03-02 12:23:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandina HSD’ê diyar kir ku hêzên wan êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter têk birine û di pevçûnan de 2 endamên komên paramîlîter hatine kuştin.  Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî êrişên di nava 24 saetên dawî de li dijî herêmên wan hatine kirin, bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.    HSD’ê da zanîn ku hêzên wan temamiya êrişên dewleta tirk û komên wan ên paramîlîter têk birine. Bi domdarî HSD’ê wiha got: “Eniya Dêr Hafirê; çeteyan bi desteka balafirên bê mirov ên dewleta Tirk ji gundê Îmamê êrişî nuqteyeke hêzên me kirin. Şervanên me bersiva êrişê dan û şerekî giran derket. Di encama şer de 2 çete hatin kuştin û yên jî ji qadê reviyan.   Eniya Bendava Tişrînê; artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran derdora bendavê topbaran kirin. Çeteyan jî hewl dan êrişî nuqteya hêzên me ya li derdora Girê Syriatel bikin. Şervanên me bersiva êrişê da û şer derket. Êriş hat têkbirin û hin çete birîndar bûn. Di tevahiya rojê de balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê herêmê digeriyan.   Her wiha balafirên şer gundê Tîna yê derdora Pira Qereqozaxê bombebaran kir. Di heman demê de bi obîsên giran, tank, roket û hawanan jî gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha, Sinaa, girên Sêvê û Qereqozaxê topbaran kirin. Gundên navborî bi zêdetirî 70 guleyan hatin topbarankirin, di encamê de zerarên mezin li mal û milkên sivîlan bûn."