Dayikên Aştiyê: Divê dewlet gavên şênber biavêje 2025-03-02 14:42:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Dayikên Aştiyê piştgirî dan banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bang li îktîdarê kirin ku çekan bêdeng bike û gavên şênber biavêje.  Meclisa Dayikên Aştiyê têkildarî banga dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek bajaran daxuyanî dan.    RIHA   Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê li pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê daxuyanî da. Dayika Aştiyê Adalet Çay di daxuyaniyê de got ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û got: “Ev pêvajo du roj berê dest pê kir. Em bang li hemû dayikan dikin; bila ev şer êdî bi dawî bibe. Divê dewlet gavan biavêje. Bila êdî tu ciwan nemirin. Di serî de birêz Abdullah ocalan, bila hemû girtî bên berdan. Bila êdî dayik negirîn. Bila destê hatiye dirêjkirin li hewa nemîne. Ji îro û şûnde divê êdî ne li ser şer lê li ser aştiyê were axaftin. Hewceye Meclis berpirsyartiya xwe bicih bîne. Em naxwazin tu kes bimire. Bila êdî kezeba dayikan neşewite.”    Dayika Aştiyê Meyaser Korkmaz jî bi bîr xist ku dayik bi sala ye ji bo aştiyê têdikoşin û ev tişt anî ziman: “Bi sala ye em aştiyê dixwazin. PKK’ê agirbest ragihand. Divê dewlet jî çekên xwe bêdeng bike. Weke dayik em ne şer, aştiyê dixwazin. Bila êdî bihar bê. Em bang li dayikên leşkeran jî dikin; di navbera êşa me de ferq tune ye. Bila ew jî bibêjin ku aştiyê dixwazin. Werin em bi hev re vî welatî bikin gulistan. Bi sala ye bedelên giran hatin dayin. Em bi hev re bibêjin ji êşê re bes e.”    Daxuyanî bi dirûşma “Na ji şer re, aştî a niha” bi dawî bû.    AMED    Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Berdevka Dayikên Aştiyê Havva Kiran di daxuyaniyê de got ku ew piştgiriyê didin banga Îmraliyê û got: “Em dixwazin aştî were vê xakê. Em bang li her kesî dikin, rast nîne ku tenê aliyek şer bide sekinandin. Divê her du alî jî çekên xwe deynin. Ji Rojava heta Başûr, divê li her derê şer bisekine. Li cihê şer lê heye gul nayên çandin. Divê her kesên ji xwe re dibêjin mirov ji bo sekinandina rijandina xwînê divê gav biavêjin û destê xwe deynin bin kevir.”    Havva Kiran, wiha domand: “Di serê her kesî de nakokî hene. Li rexekî agirbest heye û li rexa din jî şer didome. Ev nayê qebûlkirin. Banga me ya ji bo dewleta Tirk û dewletên navneteweyî ev e; şer bi yek alî nasekine. Qeyûm, girtin û qetilkirin heke bidomin, em nikarin bibêjin ‘pêvajoya aştiyê heye.’ Em bang li dayikên leşkeran dikn, ji vir û şûnde em dîsa darbestan hembêz nekin. Em hevdu bi çîçekan pêşwazî bikin û bi destên hev bigirin. Em careke din dibêjin, bila qeyûman bidin sekinandin û deriyên girtîgehan vekin. Em herî dawî dîsa dubare dikin, aştî, aştî, aştî.”    MÊRSÎN   Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê jî li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Akdenîzê daxuyanî dan. Li gel dayikan, Parlamentera DE Partiyê Perîhan Koca jî tev li bû. Dayikekê desteya qurnefîlan a bi nivîsa “Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê destê xwe û gulan dirêjî hemû dayikên polîs û leşkeran dikin” da rojnamegerek a nûçe dişopand. Dayika Aştiyê Emîne Eren di daxuyaniyê de spasiya kesên piştgiriyê didin aştiyê kir. Emîne Eren, wiha got: “Em aştiyê dixwazin. Ne dayikên polîsan ne jî yên leşkeran û dayikên Kurd, bila kesek negirî. Rengê hêsirên çavên dayikan heman reng e.”    Dayika Aştiyê Tenzîle Baydar jî destnîşan kir ku ew di vê pêvajoyê de dixwazin dewlet jidil be û xwest tavilê mercên aştiyê bên amadekirin. Tenzîle Baydar, got ku divê her du alî çekan bêdeng bikin û banga “Çekan bidin bêdengkirin” kir.