‘Em ê xwedî li banga Abdullah Ocalan derkevin' 2025-03-02 15:17:37   ŞIRNEX - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got: “Divê êdî şert û mercên Birêz Abdullah Ocalan bên başkirin. Hewceye ev pêvajo bi pêşengtiya wî bê meşandin.”    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li eywana oteleke navenda bajêr pêk anî. Berdevka DEM Partiyê Aysegul Dogan, parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez, rêxistinên DEM Partî yên navçeyan, rêxistinên DBP’ê yên bajar û navçeyên wê, endam û nûnerên saziyên sivîl ên bajar û gelek kes tev li kongreyê bûn. Eywana otelê bi flameyên DEM Partiyê hatin xemilandin. Di destpêke de dîwana kongreyê hat hilbijartin. Beşdaran gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Kongre bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.    Di destpêke de hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen axivî. Abdullah Gungen anî ziman ku kongrê guhertinên nû tînê û got: “Kelecana me wê her tim berdewam bike û em ê bi rêveberiya nû re jî bi hev re bixebitin. Me hewl da layiqî gel bin. Niha û şûnde jî em ê mil bi mil bixebitin.”Piştre jî hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Nurcan Alturk axivî. Nurcan Alturk jî anî ziman ku heta encamê digirin dê têkoşîna xwe bidomînin.   ‘EM Ê XWEDÎ LI BANGA OCALAN DERKEVIN’    Berdevka DEM Partiyê Aysegul Dogan jî bi lêv kir ku kongreya wan mizgîniya rojên xweş e û ev tişt anî ziman: “Em di destpêkê de silaveke mezin li vir bişînin Girava Îmraliyê. Rêzdar Ocalan di nav şert û mercên giran û tecrîdê de rûpeleke nû ya dîrokî ji bo hemû gelen Rojhilata Navîn vedike. Birêz Ocalan bangawaziya aştiyê kir. Ew bangvazî tê wateya afirandina jiyaneke nû. Ew bangawazî têkoşîneke dîrokî jî hewce dike. Pêdiviya civakê bi aştî û aramiyê heye. Me digot edî bes e em azadî û aştiyê dixwazin. Me digot li ser erdnîgariya Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek bîr, bawerî, ziman û çand hene. Em ji bo zimanê xwe azadiyê dixwazin. Lê di heman demê de ji bo zimanê hemû neteweyan jî azadiyê dixwazin. Bangawaziya rêzdar Ocalan jî afirandina civakeke demokratîk e. Li hemû Rojhilata Navîn û dinyayê 3 roj in doza Kurdan û banga rêzdar Ocalan tê axaftin. Ew deng di zindaneke de di nav tecrîdê de derket. Bi hez û baweriya me derket. Ji îro û şûn ve jî divê em xwedî derketin û baweriya xwe mezintir bikin. Rêzdar Ocalan dibêje rê û rêbazên xwe ji bo civak nexitime xwe rêxistin bikin û tifaqa xwe xurt bikin.”   ‘EM JI BO OCALAN ŞERT Û MERCÊN AZAD DIXWAZIN’    Aysegul Dogan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tu kesî bawerî bi aştiyê nedianî. Li her derê Kurdistanê êriş û şer hebû. Me peyama birêz Ocalan bi hêz û coş pêşvazî kir. Pêşwazîkirin di heman demê de kiryarên me ne. Divê em li vê bangawaziyê xwedî derkevin. Yên ku li dijî vê pêvajoyê derdikevin ne aştîxwez in. We wêneyê rêzdar Ocalan û hevalên li cem wî jî dît. Wêne sekn û rewşa rêzdar Ocalan û hevalên wî ji me re vegot. Zilm û zora vê pergalê di wî wêneyî de zelal bû. Gel dibêjin wê kengî tecrîd rabe. Em li vir dibêjin û bang dikin ku divê şert û mercên rêzdar Ocalan biguhere. Guhertin tenê jî têr nake. Em şert û mercên azad dixwazin. Ew pêvajo divê bi rêbertiya wî bê meşandin. Hin kesên ku şert û mercên wan azad bibin û bixebitin hinek jî di nav tecride de bixebite nabe. Ji bo wê divê tecrîd rabe. Hemû kes dibêjin ji aliyekî ve qeyûm, êriş û girtinin ji aliyê din jî pêvajo. Em jî dibêjin, avakirin ne hêsan e. Wext û dem lazim e. Divê em ji xwe bawer bin. Me çi bidest xistibe me bi têkoşînê bidest xistiye. Em ê li her derê xwedî li banga civaka demokratik derbikevin.”   HEVSEROKÊN NÛ HATIN HILBIJRATIN   Her wiha di kongreyê de peyama girtiyan hate xwendin. Girtiyan, got: “Em wek gel û rêxistin pêvajoyeke girîng û watedar de derbas dibin. Hûn jî di vê pêvajoya dîrokî de kongreya xwe li dar dixin. Em jî ji we re serkêftinê dixwazin.” Her wiha pêyama parlamentera Şirnexê ya berê Nûran Îmîrê jî hat xwendin.   Piştî axaftinan, raporên darayî û xebatan hate xwendin. Piştre jî hilbijartin hate kirin û rêveberiya nû û lijneya disiplînê hat hilbijartin. Di hilbijartinê de Ramazan Uysal û Taybet Bîlgî weke hevserokên nû yên bajar hatin hilbijartin.    Kongre, bi çepik û dirûşman bi dawî bû.