Endamê Şandeya Aqilmendan Ozgen: Divê derbasî pêvajoya muzakereyan bibin 2025-03-03 10:03:27   ÎZMÎR – Li ser banga Abdullah Ocalan nîqaşa der barê çareseriya pirsgirêka Kurd ket qonaxeke nû, Lamî Ozgen ê di sala 2013'an de endamê Şandeya Aqilmendan de bû got ku piştî ku çek bêdeng bûn, divê pêvajoya muzakereyê were destpêkirin.   Nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd ku bi ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kirin, derbasî qonaxeke nû bû. PKK’ê ragihand ku dê banga Abdullah Ocalan bînin cih û ji bo serkeftina pêvajoyê çi dikeve ser milê wan dê pêk bînin.    Serokê Giştî yê berê yê Konfederasyona Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriy3e (KESK) Lamî Ozgen ku di pêvajoya diyalogê ya sala 2013'an a bi navê "Pêvajoya Çareseriyê" de endamê Şandeya Aqilmendan bû, diyar kir ku divê derfetên ji dest çûne di ber çavan re bên derbaskirin û ev bang bigihêje encamê. Ozgen bi bîr xist ku ev bang ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû kesên din û gelên li Rojhilata Navîn girîng e û bi bîr xist ku kurd û gelên wan ên li Rojhilata Navîn di dema feraseta sed salî ya yekperest de hatine înkarkirin û berdêl dane.   Ozgen da xuyakirin ku metna bangawaziyê pirsgirêkê analîz dike û ji bo tevahiya civakê rêyeke alternatîf nîşan dide û wiha got: "Paralelî analîzên dîroka siyasî û otorîteriya 100 salî, çarçoveyeke bingehîn a derdikeve pêş, tê wateya pêkhatina siyaseta demokratîk û pêvajoya aştî û çareseriyê û yên din bi hev re, wekhev û azad bijîn. Ev sîstema bingehîn ne hêsan e. Her wiha, ji roja ku hatiye avakirin û vir ve Komara Tirkiyeyê avadaniyeke dewletê ya yekperest, otorîter e ku yên din ji nedîtî ve tê. Ji bo veguherîna vê avahiyê çareseriyeke demokratîk e û ji vê hêlê ve firsendeke demokratîkbûnê ya dîrokî datîne pêşiya Tirkiyeyê. Di vê wateyê de bangeke dîrokî ye. Firsendek e ku derfetên berê ji dest çûne, di çarçoveya bangê de bi pêş ve biçin û xwe bigihînin encamê."   ‘DIKARIN BI GAVAVÊTINAN BÊBAWERÎ JI HOLÊ BÊ RAKIRIN’   Ozgen li ser mijara bêbaweriya wiha axivî: "Hawira bêbaweriyê ji zîhniyeta 100 salî ya otorîter û kevneşopiya wê ya çavtirsandin û tunekirinê pêk tê. Lê belê ev yek êdî gihaştiye cihekî ku ne domdar e. Piştî her tiştî diyar e ku Tirkiye weke hikûmet, dewlet û civak hatiye ku derê. Ji ber vê yekê tu cihekî ku civakê bi otorîtertir bigire tune ye. Helwestên hevpar dikarin bên pêşxistin û eger hin guhertinên hiqûqî, siyasî û çandî hebin, bêbawerî wê kêm bibe. Piştî her tiştî, daxuyanî û tiştên ku têne fikirîn dikarin cuda bin. Niha divê aliyê din pirsgirêka xwe ya baweriyê li ber çavan bigire."   'JI PÊVAJOYÊN BERÊ CUDATIR E'   Ozgen  bal kişand ser pêvajoya 2013-2015'an  û wiha got: "Lê di heman demê de pêvajoyeke nû ye heta astekê. Formata destpêkê, pêvajoyên tevlîbûn û koordînasyonê ve nû ne. Gavên destpêkê yên vê pêvajoyê, ji ber ku li ser banga Devlet Bahçelî li meclîsê bi pêş ket, cudatir e. Di dema bihurî de nêzîkatiyeke ku bi giranî di bin kontrola hikûmetê de ye hat destpêkirin û dewamkirin hebû. Ev yek ji astengên herî girîng ên wê pêvajoyê bû. Ji destpêkê ve hikûmet di çarçoveya pêwîstiyên xwe de nêzî wê pêvajoyê bû. Ev dihat dîtin, lê belê dewam dikir ku şensekê bide. Lê belê ev dewre bi rengekî hîn bi koordîne û navendî dewam dike. Xaleke din a girîng a vê pêvajoyê ew e ku hemû gavên piştî vê bangê wê di bin banê meclîsê de dewam bikin. Di dema bihurî de meclîsê ti berpirsyarî negirt ser milê xwe. Lê niha hin danezan hene. Di demên berê de MHP li dijî vê pêvajoyê bû. Navenda giştî ya CHP'ê li dijî pêvajoyên berê bû , niha beşeke mezin ya civakê pêvajoyê erênî  dibîne.”   'DIVÊ HEMÛ PÊKHATE BEŞDARÎ PÊVAJOYÊ BIBIN'   Ozgen da xuyakirin ku Kurd di warê ziman, çand û nasnameyê de xwedî rastiyeke civakî ne û ev yek tê înkarkirin û anî ziman ku eger di çarçoveya destûra bingehîn a ku normên hiqûqê yên demokratîk di nava xwe de vedihewîne were jiyîn, wê bi bandor be. Ozgen diyar kir ku divê parlamento di çarçoveya van de rolê bilîze û wiha got: "Hemû beşên civaka Tirkiyeyê xwedî erk in. Bang destpêkek e, deklarasyonek ji bo rê li ber aştiyê veke ye. Ji vê hêlê ve beriya her tiştî divê dewlet jî xwedî bangekê be. Ji ber vê yekê, divê hikûmet bi parvekirina vîna xwe ya bi hemû beşên civakî re li ser rûyê Parlamento nexşerêyeke nû deyne pêşiya xwe. Piştî ku çek bêdeng dibin divê derbasî pêvajoya muzakereyan bibe. Hem di nexşerê de hem jî di pêvajoya muzakereyê de divê beşên civakî û rêxistinên kedê daxwazên xwe yên aştiya civakî derxin pêş. Li hemberî vê yekê divê mûxalefet di avakirina aştiya civakî de rola pêşengiyê bilîze. Her civak xwedî dînamîkên radîkal e. Ev dînamîk dikarin refleksîf bin. Lê belê dema partiyên siyasî yên li parlamento û hemû beşên mûxalîf ên civakê di vê mijarê de daxwaz û vîna xwe ya demokratîk derxin holê û siberojeke çawa ya hevpar dixwazin, wê bandora wan a li van beşên radîkal kêm bibe. Ji bo kesên di bin bandora hegemonîk a zîhniyeta tekparêz û otorîter de ne, divê bi pêşengiya meclîsê zemîneke nîqaşê bê afirandin. Divê empatî were kirin ku zihnîyet veguherîna van beşan were mîsogerkirin. Ji vê hêlê ve çareserî dikare pêk were."    MA / Tolga Guney