Jiyanek bi têkoşînê kemilandî: Huznugul Kalkan 2025-03-04 09:58:58   MÊRDÎN – Jin di hemû qadên jiyanê de li ber xwe didin û bi têkoşîna xwe balê dikişinin. Jin li malê, zeviyê, li qadên çalakiyan, li girtîgehan têkoşîna xwe  didomînin. Huznugul Kalkan hêza xwe ya têkoşînê ji jinên berxwedêr digire.   Hüznügül Kalkan a 55 salî li gundê Barman a girêdayî navçeya Stewrê ya Mêrdînê ji dayik bû. Di salên 1990’î de ji ber zextên dewletê neçar ma gundê xwe terk bike. Li hemberî ferzkirina cerdevaniyê gundê xwe terk kir û li navçeya Artûklû ya Mêrdînê bi cih bûn û li vir jî jiyana xwe ya wek gund  domandin. Lê li vir jî zextên dewletê dewam kir, li vir jî li hemberî zextên dewletê li ber xwe da.    Huznugul Kalkan saetên serê sibê hişyar dibe, alifên hewyanan dide û pişre bi şîrê ku didoşe mast û penêr çêdike. Huznugul Kalkan geh li zeviyê çapa  dike geh paqijiya malê dike, xwarin çêdike û li aliyê din jî hewl dide bigihêje çalakiyên ku li kolanan tên lidarxistin. Beşdarî çalakiyên Dayikên Aştiyê dibe, tevli Meşa Azadiyê dibe, beşdarî pîrozbahiyên 8’ê Adarê û Newrozê dibe û li aliyê din jî ji bo kurê xwe yê girtî Emrullah Kalkan ku li Girtîgeha Erziromê girtiye berê xwe dide Erziromê.      Jiyana Huznugul Kalkan bi têkoşînê hatiye kemilandin. Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji ajansa me re axivî.   PIŞTÎ KOÇBERIYÊ JIYANEKE NÛ   Huznugul Kalkan behsa jiyana xwe ya li gund dike û wiha dibêje: “Li gund jiyan cüda bû. Heywanên me hebûn, em li nava zeviyan dixebitîn, me pez diçêrand. Em zarok bûn, lê dîsa jî me her tişt kir. Me nedizanî bê ka westanbûn çi ye. Çi ji destê me dihat me dikir. Piştre li gundê me zilm û zordarî hate kirin. Leşkeran tim bi ser de digirtin. Em neçar man gund biterikînin. Em hatin vir. Li vir jî me ji xwe re jiyanek ava kir. Me erd kirî, heywan xwedî kirin. Me jiyana xwe li vir dewam kir." Huznugul Kalkan ku di Meclîsa Dayîkên Aştiyê de dixebite diyar kir ku piştî serê sibê rabûye û karê xwe dike tevlî xebatan dibe û wiha pêde çû: "Em nasekinin. Em bi hev re diçin çalakiyan û sersaxiyê dixwazin. Wê demê em dîsa karê xwe dikin. Em bi hev re dixebitin û hêzê didin hev.”   'TÊKOŞÎN ME ZINDÎ DIHÊLE'   Huznugul Kalkan got ku beriya her tiştî dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û diyar kir ku azadiya Kurdan bi azadiya Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Huznugul Kalkan, ku ji bo guhdarîkirina banga dîrokî ya Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de çû Amedê wiha got: "Em bi kêfxweşî çûn Amedê. Pêwîst e Serok bi me re be. Ez bawer dikim ku dê her tişt baş bibe. Em ji bo vê têdikoşin. Em ji hev hêzê digirin. Ji ber ku em heman êşê dikişînin. Her cara ku em hev dibînin, weke ku cara pêşî me hev dîtîem em hev hembêz dikin. Em hemû dibin yek. Bi saya vê têkoşînê em li ser piyan in. Bifikirin, zarokên me di girtîgehê de ne, em hemû dişibin hev. Em hemû ji hev dipirsin, em li rewşa zarokên xwe dipirsin, da ku em li hev xwedî derkevin. Ji ber hebûna girtiyên me em wan nas nekin jî, em bi malbatên din re dibin mîna malbatekê."   MA / Ahmet Kanbal