HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir 2025-03-04 11:40:24 NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandina HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan temamiya êrişên dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter ên di nava 24 saetên dawî de têk birine.  Êrişên dewleta Tirk û komê wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî bîlançoya şer û pevçûnên di nava 24 saetên dawî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Li gorî nûçeya ANHA’yê, HSD’ê got ku dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter duh êrişî noqteyên hêzên wan ên li derdora Pira Qereqozaqê kirin lê hemû êriş hatine têkbirin.    Daxuyaniya HSD’ê wiha domiya: “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha, Qelhîda, Siaa, girên Sêvê û Pira Qereqozaqê topbaran kirin. Gundên navborî bi zêdetirî 60 guleyên obus, tank, roket û hewanan hatin topbarankirin. Di encama topbarana ketober de zirarên madî yên mezin gihaştin mal û milkên şêniyan. Çeteyên dagirkeran di bin sîwana topbarana ketober de êrişî nuqteyên hêzên me kir. Şervanên me bersiva êrişan da û şerekî giran rû da. Di encamê de hin çete hatin kuştin û bi qasî hate tesbîtkirin 3 çete birîndar bûne. Yekîneyên Şehîd Harûn jî derb li maşîneyeke leşkerî ya giran a çeteyan da. Şervanên me li derdora pirê êrişa duyemîn jî têk bir. Di encamê de hejmareke çeteyan hatin kuştin û hinên din birîndar bûn, lê hejmara kuştî û birîndaran nehatin zanîn.   Eniya Eyn Îsayê; artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Ebû Sira yê li rojavayê Eyn Îsayê bi obusan giran topbaran kir. Ji ber topbaranê zirarên madî li mal û milkên sivîlan bûn. Balafirên bêmirov ên dewleta dagirker di tevahiya rojê de li ser Eyn Îsa, bajarê Kobanê û derdora wê geriyan."