Dayika Aştiyê li Meclisê axivî: Em ê destê xwe deynin bin kevir 2025-03-04 15:26:46 ENQERE - Dayika Aştiyê Tenzîle Baydar di civîna koma DEM Partiyê de axivî û got: “Em soz didin birêz Ocalan. Weke Dayikên Aştiyê em ê destê xwe deynin bin kevir.”  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê civîna koma jinan li dar xist. Dayika Aştiyê Tenzîle Baydar di civîna koma jinan de de li Meclisê axivî.    Tenzîle Baydar, bal kişand banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku ji bo pêvajoyê firsendeke girîng e. Tenzîle Baydar, wiha got: “Em soz didin birêz Ocalan. Wekî her carê dê Dayikên Aştiyê dîsa destê xwe deynin bin kevir. Em ji bo aştiyê hene. Birêz Erdogan û Bahçelî destê xwe dirêj bikin. Ez spasiya wan jî dikim. Spasiya wan dikim. Bendewariyên me gelek mezin in. Weke dayikekê êdî naxwazim cenazeyên zarokên me di tûrikan de, di qartonan de radestî me bên kirin. Em bangî dayikê leşkeran jî dikin; em tevek jî dayik in, dayika gerîlayan jî dayik e, ya leşker û polîsan jî dayik e, yên êşê dikişînin dayik in. Firsendek ketiye destê me. Birêz Ocalan pêvajoya aştiyê ragihand. Ez bangî hemû dayikê leşkeran dikim; bila bên û bi destê me bigirin. Em milên xwe bidin hev û bi hev re vê pêvajoyê bimeşînin. Bi rastî jî pêdiviya me gelek bi aştiyê heye. Dayikan gelek êş kişandine. Her dayikekê yan zarokên wan girtî ne yan jî jiyana xwe ji dest dane. Zarokên me mirin, dayikên leşkeran şînên xwe danîn lê me nekarî şîna xwe jî deynin. Wan dayikan êşa xwe di dilê xwe de girtin. Nekarîn bibêjin zarokê/a min miriye. Lewma ev pêvajo ji bo me gelek girîng e.”    Tenzîle Baydar, wiha domand: “Welatê me welatekî gelek xweş e. Bila xwîn nerije. Dayikên leşker û polîsan jî bila bên û em bi hev re 8’ê Adarê pîroz bikin. Em vê dixwazin. Ji bo aştiyê em ê bêdeng nemînin. Belê rast e me êşên giran jiyan lê dema qala aştiyê tê kirin hemû Dayikên Aştiyê li ser pêya ne. Ez bi boneya 8’ê Adarê spasiya birêz Ocalan dikim. Ji ber ku ev firsend da me.”