Di doza Mehmet Uytun de dîsa keşf nehat kirin! 2025-03-04 15:43:04   ŞIRNEX - Zarokê 18 mehî Mehmet Uytun li Cizîrê di encama guleya gazê ya leşkeran de hatibû qetilkirin. Di danişîna doza qetilkirina Uytun de biryar keşfa cihê bûyerê dîsa nehat cîbickirin ku weke sedema betalkirina dozê hatibû nîşandan.    Di sala 2009’ê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê leşkeran bi guleyên gazê êrişî çalakvanan kirin. Di dema êrişa leşkeran de guleyeke gazê li serê zarokê 18 mehî Mehmet Uytun ket û Uytun jiyana xwe ji dest da. Têkildarî qetilkirina Uytun, der heqê leşkerê bi navê Hakan Alkan de bi sedema “bi qisûriya xwe bûye sedema mirinê” doz hatibû vekirin û 3 sal û 4 meh cezayê hefsê hatibû dayin. Lê biryar hatibû betalkirin û doz jinûve hate lidarxistin. Danişîna sêyemîn a dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Cizîrê hat lidarxistin. Bersûc Alkan tev li dozê nebû. Malbata Uytun û parêzerên malbatê di danişînê de amade bûn.    Malbatê û parêzer di danişînê de hîn bûn ku biryara keşfa cihê bûyerê ku weke sedema betalkirina dozê hatibû nîşandan nehatiye cîbicîkirin. Hat zanîn ku ji ber îdiaya cendirmeyan ku digotin guleya gazê ya di kuştina Uytun de hatiye bikaranîn di nava envanteran de nîne keşf nehatiye kirin. Hat gotin ku lêpirsîna ji bo were tespîtkirin ka guleya behsa xeberê di envanterên artêşê de cih digire yan na.    Bavê Uytun, Turan Uytun jî xwest ku bersûc were cezakirin.    'HEKE KEŞF HATIBÛYA KIRIN DOZ EWQAS DIRÊJ NEDIBÛ’    Parêzerê malbatê, Yakup Guven jî got ku bi sala ye malbat tê mexdûrkirin û got: “Ji sala 2009’an heta niha ev dosya berdest e, di encama lêpirsîna kêm û bêbandor de hatiye vekirin. Ji ber ku di dosyayê de kêmasî hene pêvajoya darizandinê dirêj dibe. Heke keşf di dema lêpirsînê de bihata kirin dê dadgehê hewce pê nedîta ku biryara keşfê bide. Bersûc hêj serbest e û em dixwazin were girtin. Bila kêmasiyên di dosyayê de jî bên temamkirin.”    Parêzerê bersûc, Meryem Kiliç jî bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû û xwest kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin.    Dozger jî xwest ku daxwazên parêzeran bên redkirin û xwe li benda bersiva muzekkereya ji saziyên re hatiye nivîsandin bigirin.    DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN   Dadgehê, daxwaza girtina bersûc red kir, xwest dîsa muzekkere ji Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Cizîrê re were nivîsandin û danişîna dozê taloqî 26’ê Hezîranê kir.