Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin 2025-03-06 09:01:25 STENBOL - Der barê rojnameger Dîren Yurtseverê de bi hinceta nûçeya bi serenavê "Di Doza Kobanê de dê îtîrafkar bên guhdarkirin" doz hat vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsîna der barê Rojnameger Dîren Yurtseverê de bi giliyê Samî Baran ê di Doza Kobanê de wekî şahid hat guhdarkirin, dabû destpêkirin temam kir. Di îdîanameya ku bi hinceta “Aşkerekirina an jî weşandina nasnameya muxbîran” hat amadekirin de, ji Dîren Yurtseverê ji salekê heta  3 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.   Gav adîren Yûrtsever Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) bû, nûçeyên bi ser navê "Di îdianameya Kobanê de beyanên binakok ên şahidan", "Di Doza KObanê de dê îtirafkar bên guhdarkirin" û "Şandeya dadgehê ya Doza Kobanê biryar da ku dê hefteya bê guh li îtirafkar Samîr Baran û Kerem Gokalp bike" çêkiribû. Di îdianameyê de ev nûçe sûc hatin hesibandin.   Di îdianameyê de hat diyarkirin ku Samî Baran di 2'yê Kanûna 2019'an de xwe "teslîmê hêzên ewlehiyê" kiriye û ev kes hatiye teşhîrkirin.    Di îdianameyê de hat derpêşkirin ku bi nûçeyên navborî Samîr Baran hedef hatiye nîşandan.    Di îdianameyê de bi hinceta  “Aşkerekirina an jî weşandina nasnameya muxbîran” hat amadekirin de, ji Dîren Yurtseverê ji salekê heta  3 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.