MEB’ê bertek nîşanî dersa ‘wekheviya zayenda civakî' da 2025-03-10 10:55:02   NAVENDA NÛÇEYAN - MEB’ê têkildarî daxuyaniya Egîtîm Senê ku dê îro li dibistanan dersa “Wekheviya Zayenda Civakî” bide, daxuyanî da û got ku nabe dersên derveyî mufredatê bên dayin.    Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ji bo balê bikişîne ser newekheviya zayenda civakî, biryar da ku îro li dibistanan dersa “Wekheviya Zayenda Civakî” bide. Wezareta Perwerdeya Mîllî (MEB) têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku nabe dersên derveyî mufredatê bên dayin.    MEB’ê, di daxuyaniya xwe ya li ser malpera xwe ya fermî de diyar kir ku hemû rayedarên sendîkayan û mamosteyên li dibistanên dixebitin mecbûr in li gorî rayeyên xwe yên di destûra bingehîn de hatine diyarkirin tevbigerin. MEB’ê îdia kir ku biryara Egîtîm Senê biryareke “keyfî” ye û gefa “Dê derheqê kes û saziyên ku li dijî destûra bingehîn û qanûnan tevdigerin de pêvajoya edlî û îdarî bê destpêkirin.”