Li Wanê hilbijartî civiyan: Em ê di her şert û mercan de xizmeta gel bikin 2025-03-10 12:48:53   WAN - Endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yên DEM Partiyî bi rojeva “qeyûm” civiyan. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan diyar kirin ku dê di her şert û mercan de xizmetê ji gel re bikin.    Siyasetmedarên ku ji bo Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DEM Partiyî hatin hilbijartin û piştî tayînkirina qeyûm ji peywirê hatin girtin, li Platforma Şaxan a KESK’ê civiyan. Civîn, bi serokatiya Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ên li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin hat lidarxistin. Di civînê de projeyên qeyûm betal kirî hatin nirxandin.    ‘QEYÛM PERGALA NELIRÊTÎ Û DIZIYÊ YE’    Abdullah Zeydan di civînê de got ku tevî qeyûm jî dê peywira xwe bidomînin û wiha got: “Meclisa me bi piştgiriyeke mezin a gelê me hate hilbijartin. Tu kompas nikarin vê rastiyê biguherîin. Em ê 5 salan peywira xwe bidomînin. Gelê me her 14 şaredarî jî bi dest xist û dersa pêwîst dan wan. Lê li şûna ku vê dersê bigirin, careke din vîna gel xesp kirin. Vî gelî, rûmet û îradeya xwe parast. Qeyûm, pergala nelirêtî û diziyê ye. Jixwe ji ewil pankarta bêusûliyan daxistin. Em soz didin gelê xwe ku dê van nelirêtiyan ji pozê wan derxînin. Dê ji şerma xwe nekarin derkevin nava gel.”    ‘QEYÛM ÊRIŞA LI DIJÎ PARADÎGMAYA AZADIYA JINÊ YE’    Neslîhan Şedal jî ev tişt anî ziman: “Em di qonaxeke dîrokî de ne. Civîna li vê eywanê jî nîşaneya vê ye. Em qeyûman weke polîtîkaya tunekirina gelekî dibînin. Qeyûm, derbeyeke li dijî pêkvejiyana gelan e. Qeyûm, hewldana tunekirina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ye. Di rêveberiyên herêmî de karê me yê herî girîng, şaredarvaniya beşdariyê ye. Çareserkirina pirsgirêkan a bi destê rêveberiyên herêmî ye. Sepana qeyûm, pêşîlêgirtina çareseriyan e. Heke li vê xakê aştiyeke mayinde neyê kirin, ev pirsgirêk dê her bidomin. Divê ji bo aştiyeke civakî em bixebitin. Piştî banga aştî û civaka demokratîk, berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me. Dê hemû tiştên em dikin xizmetê ji aştiya civakî re bikin. Qeyûm, hewldana têkbirina vê pêvajoyê ye. Em ê li her derê nirxên gelê xwe û aştiyê biparêzin.”    JIN KART HATE BETALKIRIN   Di berdewama axaftina xwe de Neslîhan Şedal got ku qeyûmî projeyên JINKART û kartên civakî betal kiriye û axaftina xwe wiha qedand: “Bi vê sepanê re kêmek jî be xizaniya jinê ji holê radikir. Lê betal kirin. Her wiha me ji bo xwendekaran piştgirî dikir. Me burs dida 3 hezar û 117 xwendekaran. Lê qeyûm ew jî da sekinandin û ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest.”