Bakirhan: Divê serokkomar jî tevli pêvajoyê bibe Arikan: Divê îktîdar samîmîbûna xwe nîşan bide 2025-03-12 14:27:12 ENQERE - Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diyar kir ku ji bo hevdîtina bi Erdogan re ew ê serlêdanê bikin û dema pirsgirêk bê nîqaşkirin divê serokkomar jî tevlî bibe. Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan da xuyakirin ku divê hikûmet samîmiyeta xwe ya di vê pêvajoyê de nîşan bide. Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatimoğulları û Tuncer Bakirhan ku piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi serdana partiyên siyasî kirin, di vê çarçoveyê de bi Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan re hevdîtin kirin.   Şandeya DEM Partiyê ji aliyê Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan, Serokê Karên Siyasî Mesût Dogan, Serokê Têkiliyên Derve Mûstafa Kaya, Seroka Şaxên Jinan Nûrgul Beytiye Ekîncî û Cîgira Serokê Koma Meclîsê Bulent Kaya ve hatin pêşwazîkirin.   Piştî pêşwazîkirinê wêne û dîmen hatin kêşandin û piştre derbasî salona civînê bûn. Piştî hevdîtinê civîneke hevpar a çapemeniyê hate lidarxistin.   BAKIRHAN: PÊWÎSTIYA ME BI NEXŞERÊ HEYE   Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diyar kir ku hevdîtin erênî derbas bûye û di civînê de li gelek nuqteyan gihiştine encaman wiha got: "Me li ser metna peymana navbera Rêveberiya Demî ya Sûriyeyê û rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş kirin. Em li ser mijarên din ên li Tirkiyeyê axivîn. Metna bangawaziyê girîng bû û me di gelek civînên partiyên siyasî de îfade kir. Di metna bangê de rola Meclîsê hatiye destnîşankirin. Peywir û berpirsyariyên meclîsê hatine bibîrxistin. Em diyar dikin ku piştî vê saetê divê meclîs bikeve tevgerê û meclîs ji bo rêûresmên yasayî nexşerêyekê, planekê û bernameyekê deyne pêşiya xwe, ji ber ku partiyên siyasî yên di meclîsê de li ser mijara çareserî û aştiyê li hev dikin.   HIKÛMET LI BENDA ÇI YE?   Piştî bangê me hem saziyên li Tirkiyeyê û hem li cîhanê û hem jî li Tirkiyeyê ziyaret kirin û bangewazî rastî eleqeyek mezin hat. Her kesî beriya niha dabû xuyakirin ku ew girîngiyê didin vê pêvajoyê û divê ev pêvajo bi aştiyê tacîdar bibe. Di vê navberê da, pirseke pir girîng heye ku li her cihê ku em diçinê ji me tê pirsîn. Erê, gelek eleqe heye. Lihevkirineke civakî heye. Baş e, hikumet li benda çi ye? Nikarin bibin alîkar lê dipirsin bê çima heta niha gav neavêtiye û li pêşiya vê yekê çi astengî heye. Em jî bi rêya we van pirsan dubare bikin.   RÊ LI BER SÛRIYEYÊ VEKIR   Ji bo ev pêvajo bi rehetî bimeşe, tişta destpêkê bê kirin ew e ku şert û mercên muzakereyê yên birêz Ocalan bên avakirin. Binêrin, banga birêz Ocalan jî rê li ber lihevkirina li Sûriyeyê vekir. Rehet bin, bangê li wê derê rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rêveberiya Şerayê li hev civand. Rê li ber pêşketinên girîng vekir.   DÊ TURKIYE JÎ QEZENC BIKE   Ew pêvajoya ku em ji nêz ve dişopînin û girîngiyê didinê jî bûye mifteya vê pêvajoyê ku em dibêjin heke rast were birêvebirin zemîneke Sûriyê ya demokratîk dikare pêk were. Ji ber vê yekê, birêz Serokkomar jî di vî warî de tiştên gelekî girîng got. Yê serkeftî wê gelê Sûriyeyê be û got em bi vê re li hev dikin û em girîngiyê didinê. Yê serketî wê ne tenê gelên li Sûriyeyê, her wiha Tirkiye be û ev pêvajo wê li Tirkiyeyê bimeşe. Rojhilata Navîn wê bi ser bikeve.    DEM DEMA AXAFTINÊ YE   Bi vê munasebetê em dixwazin banga li hikûmetê ya li jêr bikin; niha dema wê ye ku hûn bi hikûmeta Bakurê Rojhilatê Sûriyê re têkiliyê deynin. Hûn dikarin rasterast bi hikûmeta Bakurê Rojhilatê Sûriyê re bicivin û biaxivin. Tu dikarî fam bikî ka ew çi dixwazin. Ev yek jî tevkariyê li polîtîkayên Tirkiyeyê yên li herêmê dike. Û ji ber ku em niha di pêvajoyeke diyalogê de ne. Belê, çawa ku diyaloga li Sûriyeyê bi lihevkirinekê bi encam bû; em hêvî dikin ku ev nîqaşên çareseriyê li Tirkiyeyê bi lihevkirinekê rê li ber gavên hiqûqî yên demokratîk veke. Bi minasebeta meha Remezanê ez hêvî dikim ku ev pêvajo bi xêr be.”   Bakirhan herî dawî behsa serokê damezirîner ê Partiya Saadetê Erbakan kir û bal kişand ser hewldanên Erbakan ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd.    ARIKAN : PIRSNÎŞAN JI HOLÊ HATIN RAKIRIN   Arikan ê ku piştî Bakirhan axivî û wiha got: "Em di demên awarte de dijîn. Dema ku em li bûyerên hem li welatê me hem jî li erdnîgariya me ya nêz dinerin; me îro careke din dît ku çiqasî girîng e partiyên siyasî li hev bicivin û muzakereyan bikin. Ez pê bawer im ku bi rêya vê hevdîtin pirsnîşanên têkildarî bûyeran ji holê hate rakirin.   EM XWEDÎ HEMAN FIKRÎ NE   Partiya Saadetê têkildarî pirsgirêka Kurd xwedî dîrokek 56 salî ye. Dixwaze careke din dubare bike ku em 56 salan li ser vê mijarê sekinînin, li ku derê Partiya Saadetê û Tevgera Fikra Neteweyî sekinîne, em îro li ser piya disekinin. Bêguman di nava 3 rojan de em dikevin sala 14’emîn a şerê navxweyî yê li Sûriyeyê. Ez dixwazim xemgîniya xwe ya ji ber komkujiya çend roj berê hat kirin, bînim ziman. Her wiha hêja ye ku çek bêdeng bibin, yekparebûna xaka Sûriyeyê were parastin û gelên li nava welêt bi rêya danûstandinan li hev bicivin.   HIKÛMET ME DIXE NAVA FIKARAN   Min vê sibehê di civîna komê de jî anî ziman. Eger wê li Tirkiyeyê demokratîkbûyîn hebe, eger bûyerên nêzî 50 sal in li Tirkiyeyê diqewimin bi rastî jî dixwazin çareser bibin, divê hin tişt ji aliyê hikûmetê ve bi cih werin anîn. Gelek pirsgirêk bênîqaş dimînin. Bi taybetî ji ber ku desthilatdar dudil e ku pêvajoyê bi zelalî birêve bibe û raya giştî û partiyên siyasî der barê pêvajoyê de divê bên agahdarkirin û ev sekna wan me dixe nav fikaran.    Arikan xwest ku astengiyên li hember azadiya ramanê ji holê bên rakirin û bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da.    ‘DIVÊ SEROKKOMAR JÎ TEVLI PÊVAJOYÊ BIBE’   Bakirhan pirsa rojnamegeran a; "Birêz Erdogan daxuyaniyek da û got, eger îro daxwazeke randevûyê ji heyeta Îmraliyê were, dikarin hevdîtinê bikin. Hûn vê çawa dinirxînin?" wiha bersivand: "Bêguman heyeta me wê bi Birêz Erdogan re hevdîtinê bike. Ma çima hevdîtin neke, ew welat rêve dibe. Yek ji aliyê herî girîng ê çareseriya pirsgirêkekê ye. Dema em li vir in, heyeta me wê amadekariyên serlêdanê bike. Wê îro an jî sibê serlêdana xwe pêşkêş bike. Diviyabû berê jî biqewime. Em behsa pirsgirêkeke 50 salî ya Tirkiyeyê dikin. Em behsa pirsgirêkeke pir girîng dikin. Divê Birêz Serokkomar di mijara nîqaşkirina vê pirsgirêkê de cih bigirin. Divê partiyên din ên siyasî jî tevlî bibin. Heyeta me wê di dema herî nêz de ji bo hevdîtinê serlêdanê bike.”