DEM Partî bi rojeva ‘bangê’ çû serdana ÎHD’ê 2025-03-13 15:33:37   ENQERE - DEM Partî di çarçoveya banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi nûnerên ÎHD’ê re hevdîtin kir.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), hevdîtinên xwe yên piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re dabû destpêkirin, didomîne.    Şandeyeke DEM Partiyê ku ji Cîgira Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Ozlem Zengîn, Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan û Parlamenterê Rihayê Mîthat Sîncar pêk dihat, ji bo têkildarî pêvajoyê agahiyan bidin û nîqaşan bimeşînin, çûn serdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD). Şandeya DEM Partiyê ji hêla Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban û rêveberên komeleyê ve hate pêşwazîkirin.    Şandeya DEM Partiyê û ÎHD’ê piştî hevsilavkirinê civîna xwe ji çapemeniyê re girtî li dar xist.