Ji salên 90’î vir ve tevlî Newrozan dibe 2025-03-14 09:47:21 ÎZMÎR – Selma Altan ji Gumuşhaneyî ye û diyar kir ku ji salên 90 'î vir ve tevlî pîrozbahiyên Newrozê dibe û agirê Newrozê wek sembola azadiyê ye pênase dike.  Agirê destpêkê yê Newroza 2025'an di 12'ê Adarê de li navçeya Licê ya Amedê hat pêxistin. Dirûşmên îsal ên pîrozbahiyên ku wê heta 23'ê Adarê dewam bikin ev in: ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ û ‘Newroza Civaka Demokratîk a Ji bo Azadiyê’. Bi milyonan xwe amade dikin ku îsal jî qadên Newrozê dagirin.   Selma Altan (76) a ji Îzmîrê dijî, tenê yek ji wan kesan e ku ji ber pîrozbahiyên Newrozê bi heyecan e. Selman Altan şahidî ji pîrozbahiyên Newrozên salên 90 'î kiriye û bi salan e tevlî hemû pîrozbahiyan dibe. Di emrê zarokatiyê de li Erzînganê tevlî Newrozê bû û piştî salên 1990 'î li bajarên cûda tevlî pîrozbahiyên Newrozê dibe.   EFSANEYA KAWAYÊ HESINKAR    Selma Altan diyar kir ku bi beşdariya li pîrozbahiyên biharê yên li Erzînganê re tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûye û dema li zanîngehê dixwend fikra sosyalîzmê nas kiriye û efsaneya Kawayê Hesinkar hîn bûye wiha got: "Min çîroka Newrozê ji hevalên xwe yên zanîngehê guhdarî kir. Min di kovara bi navê 'Dengê Kawa' de çîroka Newrozê xwend. Şerê Kawayê Hesinkar ê li dijî Dehak çîrokeke ku ez gelekî jê hez dikim. Ev çîrok bi biharê re dibe yek. Kurdan ev çîrok bi biharê re gelekî baş kirine yek û Kurd vê rojê weke roja azadiyê pêşwazî dikin. Piştre di salên 90 'î de min tevgera azadiyê ya Kurd nas kir. Li gel tevgera Kurd, Newroz polîtîk bû. Piştre min hewl da her sal li bajarekî tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibim. Ji ber ku dizanim bi dostên xwe yên Kurd ên hatin wê qadê re min kêfxweş dike."   ‘DEWLET DIJMINAHIYA RENGAN DIKE’   Selma Altan der heqê qedexekirina Newrozên salên 1990'î de destnîşan kir ku li Îzmîrê jî qedexeyên bi heman rengî hatine jiyîn û wiha got: "Mijara ku di salên dawî de di bûyerên Newrozê yên li Îzmîrê de herî zêde bala min kişand ew e ku mirovên dadikevin qadê rastî lêgerîneke tund tên. Rengên zer, sor û kesk ji bo kurdan rengên pir girîng in. Ev rengên ku sembola tevgera azadiya Kurd in. Mixabin dewlet dijminahiya van rengan dike. Ez fêm nakim çima dewlet ji rengên ku sembola çandekê ye ditirse."   JINEKE SOSYALÎST   Selma Altan diyar kir ku ew kesek sosyalîst e û piştgiriyê dide têkoşîna Kurdan wiha got: "Min çîroka Kawayê Hesinkar bi malbata xwe re parve kir. Biraziyekî min heye ku li Berkeleya Amerîkayê dijî. Vê çîrokê gelekî bala wê kişand û rojekê got, 'Gelo ez dikarim der barê Xaltîka Newrozê de hin agahiyan werbigirim?' Min çîroka Kawa jê re şand. Çû şaredariya ku lê dijî û çîrok vegot. Vê çîrokê bala mirovên li wir kişand. Dema wan li Berkeleyê Newroz pîroz dikirin, Newroz li Tirkiyeyê qedexe bû."   'AGIRÊ NEWROZÊ SEMBOLA AZADIYÊ YE'   Selma Altan axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dema diçim Newrozê bi hesteke mezin vedigerim malê. Ji ber ku ew agir sembola azadiyê ye. Ez dixwazim beşdarî Newroza Amedê bibim. Qadên Newrozê qadên ku dengê azadiyê herî zêde lê deng vedide. Bi pêşketinên dawî re yek ji mijarên ku herî zêde meraq dikim ew e ku Newroza îsal wê çawa biçe. Di salên dawî de kesên ji îdeolojiyên cuda jî beşdarî Newrozê dibin. Ev yek ji pêwîstiya yekîtî û hevgirtinê derdikeve holê. Rojên bi vî rengî li dijî rejîmeke faşîst xwedî girîngiyeke mezin e. Ev jî rojên ku daxwaz bi dengekî bilindtir tên bilêvkirin. Ji ber vê yekê beşên cuda yên civakê zêdetir girîngiyê didin Newrozê."