ÎSÎG: Her sal 60-70 zarok dema dixebitin jiyana xwe ji dest didin 2025-03-14 13:10:55   STENBOL - ÎSÎG’ê bi boneya salvegera mirina zarokê 13 salî Ahmet Yildiz ku di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest dabû, daxuyanî da û got: “Her sal li Tirkiyeyê derdora 60-70 zarok dema dixebitin jiyana xwe ji dest didin.”    Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) bi boneya 12’emîn salvegera mirina Ahmet Yildiz ku dema li Sîteya Kerestevanan a li navçeya Yuregîr a Edeneyê dixebitî ketibû ber makîneya presê û di 13 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dabû, bi sernavê “zarokên karker” daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku her sal derdora 60-70 zarokan li Tirkiyeyê dema di karên çandinî, pîşesazî, înşaetê dixebitin û li kolanan jiyana xwe ji dest didin.    Di daxuyaniyê de hate gotin ku di otopsiya Ahmet Yildiz de hate tespîtkirin ku ji ber cînayeta kar jiyana xwe ji dest daye. Hat gotin ku di danişîna 1’emîn de ji bo karsaz biryara girtinê hat dayin, di ya 22yemîn de ji sûcê “bi qisûra xwe bûye sedema mirinê” hatiye darizandin, di danişîna 3’yemîn de biryara tehliyeyê hate dayin, di danişîna biryarê ya 1’ê Cotmeha 2013’an de 5 sal cezayê hefsê hate dayin û bi hinceta “halbaşiyê” ceza daxistin 4 sal û 2 mehan” û herî dawî jî bi hinceta “xwedî malbate û karsaz e” cezayê veguherandin 30 hezar û 40 lîre cezayê pereyan. Hat destnîşankirin ku karsazê bûye sedema mirina Ahmet Yildiz, bi polîtîkaya necezakirinê hatiye darizandin.    Herî dawî jî hate gotin ku divê xebitandina zarokên di bin 15 saliyê de were qedexekirin, divê kontrol zêde bibin û cezayên giran li karsazên zarokan didin xebitandin bên birîn.