Krîza aborî ya li Îranê bandor li danûstendina cejnê jî kir 2025-03-15 09:09:14 NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ber qeyrana aborî çendek beriya Newroz û Cejna Remezanê, Bazara Mezin a Tehranê ya Îranê vala ma û esnaf hatine ber topavêtinê.  Mueyîdeyên navneteweyî, gendelî, lêçûnên leşkerî û ji budçeyê fînanskirina hêzên wekîl, krîza aborî ya li Îranê her diçe kûrtir dike. Ji ber qeyrana aborî çendek beriya Newroz û Cejna Remezanê, Bazara Mezin a Tehranê ya Îranê vala ma û esnaf hatine ber topavêtinê.    Bandora qeyrana aborî gihiştiye asteke berçav li bazara ku wekî ruhê aboriya bajêr tê hesibandin û ji sedan kolan û korîdoran pêk tê, ku di her korîdorekê de berhemên cuda tên pêşandan û firotin û ji beşên wekî zêrfiroş, xalîçefiroş, sifirfiroş, firoşkar û bazaran pêk tê. Dikandarên Bazara Tehranê diyar dikin ku di rojên taybet de bazar ji mirocan xalî nedibû, lê îsal tu tişt ji wê dîmena berê tune ye.    Ji ber krîzê hema bêje bazar vikîvala ye. Gelek welatî dîmenên valabûna bazarê li ser hesabên xwe yên medyaya sanal parve dikin û fikarên xwe yên der barê aboriya bajêr de tînin zimên.    Têkildarî mijarê me hevdîtin bi esnafên bazarê re kir. Esnafên ji ber zextên rejîmê nexwestin navên wan bên nivîsandin, ji rewşa heyî bi gilî û gazinc in.    DIKANDAR: EM DITIRSIN   Alî M. ê ku li Kolana Cumhuriyetê amûrên spî dıfıroşe û ji ber ewlehiyê me navö wi yö rastin nenıvisand wiha got: "Par li vir wekî lehî rabe mirov hebûn, ne pêkan bû ku mirov bimeşe, lê îsal kirîger tune ne. Em zû dikanan digirin û diçin malê."   Dikandar Afşîn S. ya li Bazara Cawfiroşan e, bal kişand ser tirsa esnafan û wiha got: "Bazar ewqas bêdeng e. 2 hefte ji Newrozê re maye, lê em ditirsin."    Mesûd A. yê dikanawî li Bazara Aksesûaran e got: "Îsal Newroza gerî sekan e. Êdî em nikarin kirêya dikanê jî bidin. Gelek hevalên min li ber topavêtinê ne. Xwedê alîkarê me be."    Nûçegihana aboriyê Meryem F. jî anî ziman ku bêdengiya li bazarê ji bo krîza aborî ya Îranê hişyariyeke cidî ye. Meryem F. destnîşan kir ku êdî ew zindîbûna Bazara Tehranê nemaye û got: "Ji ber kêmbûna hêza kirînê ya gel û bêqîmetbûna pereyê neteweyî bû sedem ku gelek dikan bê kirîger bimînin. Gelek bazarvan, radigihînin ku karê wan û dahata wan kêm bûye. Dibêjin ger wiha bidome dê gelek dikan bên girtin. Ev bêdengiya cidî ya li bazara Tehranê ji bo aboriya Îranê nîşaneya hişyariyeke cidî ye."    MA / Berîvan Kûtlû