Li Serhedê agirê Newrozê hat vêxistin: Berpirsiyariya banga dîrokî li ser milê me hemûyan e 2025-03-15 14:17:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Serhedê li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin. Di pîrozbahiyan de îşaret bi banga dîrokî ya Abdullah Ocalan hat kirin.    Li bajarên Herêma Serhedê agirê Newrozê hat pêxistin. Agirê Newrozê îro li navçeya Giyadîn a Agirî, navçeya Kop a Mûşê û navçeya Şemzînana Colemêrgê hatin pêxistin. Di pîrozbahiya bi dirûşmeyên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk" wêneyên rengîn derketin holê.   AGIRÎ/GIYADÎN     Girse li kolana Înonû ya navçeya Giyadînê li hev civiya û heta qada Newrozê ya ku Sûka Saman a kevn lê ye meşiya. Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sakik, Oznur Bartin û Heval Bozdag, şaredar û bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Dayikên Aştiyê bi şapikên xwe yên zer, sor û kesk li pêşiya meşê bûn.  Bi def û zirneyan heta qada Newrozê meşiya.   Endama DEM Partiyê Oznûr Bartîn piştî deqîqeyeke rêzgirtinê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane axivî û got: "Dîroka Newrozê bi qasî dîroka mirovahiyê nirxek e. Dîroka 4 hezar salan e. Newroz ji bo me berxwedan, aştî û çalakiya demokratîk e."   Oznûr Bartînê da xuyakirin ku Kurd li dijî her cure zilmê paşve gav neavêtine û got: "Di 27'ê Sibatê de bangeke dîrokî hat kirin. Di vê bangê de tu kes cuda nehat dîtin. Ev bang ji bo jiyana hevbeş û azadiya gelan hat kirin. Em hemû berpirsiyar in. Ev berpirsyariya dîrokî erkê dide ser milê me jî."   Piştre agirê Newrozê hat pêxistin. Girse li dora agirê Newrozê li hev civiya. Pîrozbahî bi derketina ser dikê ya hunermendên herêmî bi dawî bû.   MÛŞ/KOP     Navnîşana pîrozbahiyên li navçeya Kopê qada termînalê bû. Qad bi alên DEM Partiyê hat xemilandin. Gelê Kopê di danê sibehê de herikî qada Newrozê. Giraniya girseyê ciwan û jin bûn. Demeke dirêj li gel stranên kurdî govend hat gerandin. Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Jin, jiyan, azadî" û "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" hatin berzkirin.   Di pîrozbahiyê de parlementer Sumeyye Boz û Kamuran Tanhan jî di nav de gelek nûnerên hilbijartî amade bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê dirûşmeya "Şehîd namirin" hat berzkirin. Sumeyye Bozê got: "Em ê di 21'ê Adarê de teqez bigihêjin aştî û azadiyê. Em li ser şopa kesên ku ji bo Newrozê bedena xwe dan ber agir in."   Kamûran Tanhan jî got ku sala 2025'an wê bibe sala azadiya gelê kurd. Tanhan got: "Di 27'ê Sibatê de li Îmraliyê peyama azadî û aştiyê ji hemû gelan re hat dayîn. Pêwîst e em xwedî li vê peyamê derkevin û li her qadê zindî bihêlin. Dem dema azadî, aştî û yekîtiyê ye."    Piştî axaftinan agirê Newrozê hat vêxistin. Pîrozbahî bi govendgerandinê bi dawî bû.   COLEMÊRG/ŞEMZÎNAN   Pîrozbahiya Newrozê li qada gogê ya Peyasê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê hat lidarxistin. Bi sedan kes beşdarî pîrozbahiya bicoş bûn. Welatiyan bi cil û bergên xwe yên herêmî yên rengîn qadê rengîn kirin. Demek dirêj govend hat gerandin û pîrozbahiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Girseyê gelek caran bênavber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin.   Parlamenterê DEM Partiyê Onur Dûşûnmez got: "Gelê me peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wergirt û xwedî lê derdikeve. Di hevdîtinên me yên li Kurdistan û Tirkiyeyê de gel ev peyam qebûl kir. Qadên Newrozê bi awayekî zelal vê yekê nîşan didin. Gelê kurd li van qadan xwedî li ziman û çanda xwe derdikeve."    Parlamentera DEM Partiyê Newrozê Uysal Aslanê jî got: "Birêz Ocalan dibêje 'Gelê kurd gelê Newrozê ye'. Gelê kurd ji salên 90'î ve wateyeke nû da Newrozê. Îro bi berxwedana ciwan û jinên kurd agirê Newrozê li hemû cîhanê belav dibe. Her Newroz ji bo kurdan destpêkeke nû ye. Em vê Newrozê bi peyameke dîrokî pîroz dikin. Peyama birêz Ocalan a 27'ê Sibatê peyameke dîrokî ye. Ev peyam ne tenê ji bo Kurdistanê ji bo tevahiya Rojhilata Navînê jiyanî ye. Eger îro behsa çareseriyê tê kirin bi saya berxwedana gelan e. Em ê zêdetir li qadan bin û em ê zêdetir li ber xwe bidin."   Piştî axaftinan agirê Newrozê hat vêxistin. Paşê Hozan Şrvan derket ser dikê. Welatiyan demeke dirêj govend gerandin.